Di salvegera PYD'ê de 2 civînên cuda hatin lidarxistin

PYD'ê di 15'emîn salvegera avakirina xwe de 2 civînên cuda ji endamên navçeya Tirbespiyê û herêma Dêrêkê yên girêdayî kantona Qamişlo re li dar xist.

Di salvegera PYD'ê de 2 civînên cuda hatin lidarxistin
Di salvegera PYD'ê de 2 civînên cuda hatin lidarxistin
Di salvegera PYD'ê de 2 civînên cuda hatin lidarxistin
Di salvegera PYD'ê de 2 civînên cuda hatin lidarxistin
Di salvegera PYD'ê de 2 civînên cuda hatin lidarxistin
Di salvegera PYD'ê de 2 civînên cuda hatin lidarxistin
21 îlon, 2018   12:41

QAMIŞLO

Bi dirûşma 'Bi rihê berxwedana serdemê em salvegera 15'emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) pîroz dikin' îro sibehê civîneke berfireh ji endamên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Qamişlo re hate lidarxistin.

Civîn li hola Akademiya Şehîd Yekta Herekol bi beşdarbûna endamên rêveberiya partiyê û bi dehan endaman hate lidarxistin.

Endama meclisa giştî ya partiyê Edle Omer li ser pêşketinên siyasî axivî û wiha got: "Hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê ji bo ku çete derbasî Efrînê bibin û herêm di aloziyekê re derbas bibe, pêk hat.” Edle got ku Rûsya, Tirkiye û Îran aramiya herêmê bi rêka îmzekirina hevpeymanan binpê dikin, ew jî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyeyê ye.

Edle wiha dirêjî da axaftia xwe: "Em dibînin ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê berê xwe nedaye van komployan, tersî wê hîna çalakiyên xwe bilind kirin û projeyên demokrasiyê ku bigihîjin rêveberiyeke nû, li herêmê zêde kirin."

Civîn bi bersivandina pirsên beşdaran bi dawî bû.

DÊRIK

PYD'ê civînek jî li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê li dar xist. Di civînê de endamên partiyê û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Endama rêveberiya PYD'ê Sîlvana Elî di civînê de axivî û salvegera PYD'ê pîroz kir. Di axaftina xwe de Sîlvana li ser rola PYD'ê di birêxistinkirina gel li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de rawestiya. Edle wiha got: "PYD partiya şehîdan e, gelek qurbanî ji bo destkeftiyên gelê Kurd dan, endamên wê hatin girtin û îşkencekirin, lê tevî wê jî partî nesekinî û çalakî û têkoşîna xwe domand.”

Sîlvana Elî da zanîn ku divê têkoşîn û berxwedan were bilindkirin û li hemberî planên li dijî gelê Kurd bisekinin.

(jo)

ANHA