HPG`ê nasnameyên şehîdên Şirnexê aşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên 14-15'ê Îlonê li navçeya Elkê ya Şirnexê di şer de şehîd bûn aşkere kir.

HPG`ê nasnameyên şehîdên Şirnexê aşkere kir
HPG`ê nasnameyên şehîdên Şirnexê aşkere kir
HPG`ê nasnameyên şehîdên Şirnexê aşkere kir
HPG`ê nasnameyên şehîdên Şirnexê aşkere kir
HPG`ê nasnameyên şehîdên Şirnexê aşkere kir
HPG`ê nasnameyên şehîdên Şirnexê aşkere kir
HPG`ê nasnameyên şehîdên Şirnexê aşkere kir
21 îlon, 2018   12:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî da:

Sibeha 14'ê Îlonê artêşa TC a dagirker tevî desteka balafirên bê mirov li herêma Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 10'an balafirên şer ên hêzên dagirker bomberdûmaneke giran li herêmê kirin. Roja 15'ê Îlonê bi helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên dagirker li herêmê hatin danîn û di navbera leşkerên dagirker û hêzên me de şer derket. Şer du rojan dewam kir û gelek ji leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn. Di şer û bomberdûmanê de 5 hevalên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Axîn Seydo

Nav paşnav: Menfiyat Elçîçek

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Asya-Omer

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Îlona 2018'an / Şirnex

*****

Nasnav: Azad Zagros

Nav paşnav: Azad Satilmiş

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Cemîle-Ramazan

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2018'an / Şirnex

*****

Nasnav: Hîra Hêvîdar

Nav paşnav: Berna Yalman

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Hanim-Mûhyettîn

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Îlona 2018'an / Şirnex

*****

Nasnav: Nûpelda Sîîrt

Nav paşnav: Guler Ozbey

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Şukriye-Selahattîn

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2018'an / Şirnex

*****

Nasnav: Reşît Hogir

Nav paşnav: Tûgay Çelîk

Cihê jidayikbûnê: Edene

Dayik-Bav: Vazîfe-Latîf

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Îlona 2018'an / Şirnex