‘Artêşa Tirk bi zanebûn Abdullah hedef girt’

Ji ber gulebarana artêşa Tirk li ser gundê Xirab Kort ê Qamişloyê zarokê bi navê Abdullah Berzan birîndar bûbû. Der barê bûyerê de şahid û bavê zarok diyar kir ku bi zanebûn Abdullah hat hedefgirtin û armanca dewleta Tirk a dagirker valakirina gund e.

‘Artêşa Tirk bi zanebûn Abdullah hedef girt’
‘Artêşa Tirk bi zanebûn Abdullah hedef girt’
‘Artêşa Tirk bi zanebûn Abdullah hedef girt’
‘Artêşa Tirk bi zanebûn Abdullah hedef girt’
‘Artêşa Tirk bi zanebûn Abdullah hedef girt’
21 îlon, 2018   12:18

MURADA KENDA-EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Gundê Xerab Kort 10 km li rojavayê bajarê Qamişlo ye û 500 metre dûrî sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ye. Di sala 1850’an de gund hatiya avakirin û serjimera gund 20 mal e. Dewleta Tirk a dagirker bi sedan caran welatiyên gund hedef girt û gule bi ser welatiyan de barandin. Welatiyan jî dev ji gunde xwe berneda.

Duh derdora saet 15.00’an artêşa Tirk a dagirker zarokê bi navê Abdullah Berzan ê 13 salî, dema ku pezê xwe diçêrand, birîndar kir. Abdullah li Nexweşxaneya Ferman a bajarê Qamişlo hat dermankirin.  Ji ber rewşa Abdullah giran bû ew derbasî başûrê Kurdistanê kirin.

Der barê bûyerê de nûçegihanên me serdana gundê Xerab Kort kir û çawayîna bûyerê ji nêz ve şopand.

 ‘Lawê min bi zanebûn hat hedefgirtin’

Bavê Abdullah, Berzan Ehmed ev tişt anî ziman:“Dewleta Tirk a dagirker rojane guleyan bi ser gund û welatiyan de direşîne. Armanca artêşa Tirk ew e ku em ji gund koçber bibin. Lawê min dema ku ji dibistana xwe vegeriya, çû ber pez. Li wir arteşa Tirk bi zanebûn Abdullah hedef girt û gulê lê reşandin. Bila dewleta Tirk zanibe ku em tu carî ji axa xwe dernakevin. Rewşa lawê min giran e. Dewleta Tirk a dagirker dijminê herî hov e. Zarokekî bêçek û bêsûc bê sedem hedef girtin. Dewleta Tirk a dagirker li dijî mirovahiyê ye û dixwaze xwîna Kurdan vexwe.”

‘Em dev ji axa xwe bernadin’

Şahîde bûyerê Delîl Hisen wiha dibejê: “Me di nav erdê xwe de pêz diçêrand. Ez û Abdullah dûrî hev bûn. Abdullah û hevalê wî bi hev re pêz diçêrand. Ji nişka ve dengê guleyan hat. Çavê min li Abdullah geriya. Lê Abdullah li erde bê hiş dirêjkirî bû. Min bi lez baz da gel Abdullah û ew hilgirt bir nexweşxaneyê. Abdullah bi zanebûn hatibû hedefgirtin. 2 gule lê ketibûn. Dewleta Tirk a dagirker dijminekî hov e. Ew êrîşên dewleta Tirk me dûrî axa me nakin. Bila baş zanibin ew çi bikin jî em ji axa xwe dernakevin û armanca wan pêk naynin.”

(kc)

ANHA