Artêşa Tirk li Colemêrgê tarûmar bû, herî kêm 28 leşker hatin kuştin  

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê di sê çalakiyên gerîla de herî kêm 28 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Artêşa Tirk li Colemêrgê tarûmar bû, herî kêm 28 leşker hatin kuştin  
21 îlon, 2018   12:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, artêşa Tirk li herêma Gerdiya ya Şemzînanê derbeke giran xwar. Hate gotin, di çalakiya gerîla de ku ji çar aliyan ve hate kirin, 2 konteynir û 2 kozikên artêşa Tirk hatin rûxandin û herî kêm 20 leşker hatin kuştin.

Li Geverê jî di çalakiyên sekvaniyê yên gerîlayên YJA Starê de 2 leşker mirin. Li cihekî din ê Geverê di çalakiya gerîla de du kozik hatin rûxandin û 6 leşker hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên berfireh lidar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

Êvara 19'ê Îlonê saet 18:15'an li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên me li dijî girê parastinê yê qereqola Stunê ya li herêma Gerdiyanê çalakiyeke berfireh pêka nîn. Ji çar aliyan ve li stargeh û kozikên dijmin hatin xistin û di encama çalakiyê de 2 konteynir û 2 kozik bi temamî hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 20 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û helîkopterên bi tîpa kobra bombe li herêmê barand û bi helîkopterên bi tîpa skorsky jî termên leşkerên xwe û leşkerên birîndar ji herêmê rakir.

Heman rojê saet 20:30'î hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyên sekvaniyê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

20'ê Îlonê saet 07:40'î hêzên me careke din li dagirkerên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê xistin. Ji du aliyan ve li stargeh û kozikên dijmin hate xistin û 2 kozik hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 6 leşker hatin kuştin.

17'ê Îlonê saet 14:30'î artêşa TC a dagirker li bejahiya navçeya Pulur a Dersimê dest bi operasyonê kir. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker heman rojê saet navbera 20:30-00:00 bombe li herêmê barandin. Piştî bomberdûmana bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê yên bi tîpa kobra sibeha 18'ê Îlonê bombe li herêmê barandin. Li dû bomberdûmana giran, artêşa TC a dagirker bi helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên xwe li herêmê danî. Heman rojê saet 15'an hêzên dagirker bi rengekî bê encammayî ji herêmê vekişiyan. Medya artêşa TC a dagirker bi nûçeyên derewîn îdîa kir ku di operasyonê de şehadetên gerîla çêbûne. Di operasyonê de ti hevalên me şehîd nebûne.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Agahiyên berfireh ên li ser mijarê;

19'ê Îlonê saet 20'an gundê Filleha, 20'ê Îlonê saet navbera 22:30 û 23:00 balafirên şer qadên Saca û Gundê Fillehan, 21'ê îlonê saet 04:30'î qadên Kunişka û Çemço bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi daristana li herêma Gundê Filleha ket. Xisar li dehl û rezên gundyên li herêmê bû."