Artêşa Yemenê li Hudeydayê baregeha parastinê hewayî kontrol kir

Artêşa Yemenê ragihand ku wan baregeha parastina hewayî ya li rojhilatê Hudeydayê kontrol kir, her wiha hêzên Hûsiyan tank û alavên leşkerî li parêzgeha Beydayê rûxandin.

Artêşa Yemenê li Hudeydayê baregeha parastinê hewayî kontrol kir
21 îlon, 2018   12:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Yemenê ragihand ku wan baregeha parastinê ya hewayî û gundikên li derdora herêma Kîlo 16 a rojhilatê bajarê Hudeydayê kontrol kirine.

Koalîsyona Erebî bi roketan baregeha El-Cebene, herêmên Erec û Kesîb ên bakurê Hudeydayê bombebaran kirin.

Her wiha hêzên hûsiyan tankek û gelek alavên artêşa Yemenê li parêzgeha Beydayê rûxandin.

Tora nûçeyan a Mesîra ya hêzên Hûsiyan da zanîn ku wan tevgera hêzên Yemenê li herêma rojhilatê Eyidê şikandiye û alaveke wan rûxandiye. Her wiha hêzên Hûsiyan tankeke artêşa Yemenê li çiyayê El-Erqaniyê li parêzgeha Beydayê rûxandiye.

Di heman demê de tora Mesîra da xuyakirin ku ji ber bombebarana hêzên Yemenê li herêma Meran 3 jinan jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

(jo)