Eyşe Hiso: Sala nû dê bibe sala serkeftinan û pêkanîna rêgezên demokratîk

Eyşe Hiso bi minasebeta 15`mîn salvegera damezirandina PYD`ê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku bi ruhê Berxwedana Serdemê dê asta têkoşîna xwe bilind bikin û her wiha sala nû dê bikin sala serkeftinan û pêkanîna rêgezên demokratîk.

Eyşe Hiso: Sala nû dê bibe sala serkeftinan û pêkanîna rêgezên demokratîk
21 îlon, 2018   11:15

DIJLE EHMED / KOBANÊ

Bi boneya 15`mîn salvegera damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso di axaftina xwe de silav da berxwedana şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne û li hêviya vegerê ne. Eyşe Hiso tekez kir ku dê asta têkoşînê bilind bikin heta ku Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke pirreng û demokratîk ava bikin.

Pêvajoya yekemîn a partiyê

Eyşe Hiso got partiya wan ji îradeya gelan û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku para wî ya herî mezin di felsefeya biratiya gelan de heye, hate avakirin. Eyşe diyar kir ku ew hêza xwe ji wê fikrê digirin.

Eyşe li ser pêngavên destpêkê yên avakirina partiyê axivî û destnîşan kir ku têkoşîna partiya wan a siyasî ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve rastî gelek zehmetiyan hat, kadroyên partiyê bê ser û ber dihatin girtin û heta niha jî çarenûsa gelek ji wan ne diyar e, gelek endamên ku partî damezirand şehîd bûn, armanca wan peydakirina jiyanake azad ji bo hemû gelan e, ji ber wê meşandina li ser rêya şehîdan encama karê wan e û pêngava yekem a têkoşînê bû. 

Eyşe Hiso di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku PYD li ser fikr, îdeolojiya demokratîk ji hemû gelan re û pîvanên azadiya jinan hatiye avakirin, ji ber ku partiya wan yekem partî li ser asta partiyên Sûriyeyê ye ku baweriya wan bi azadiya jinan heye û sîstema hevserokatiyê pêk anî û wiha pê de çû: “Partiya me bi rizgarkirina civakê ber bi civakeke exlaqî û polîtîk ve bawer e.” 

Pêvajoya duyemîn a partiyê

Der barê pêvajoya duyemîn a avakirina partiyê de Eyşe Hiso wiha axivî: “Partiya me di hemû aliyan ve xwe îspat kir. Di destpêka şoreşa Sûriyeyê de, ji ber me rewşa Sûriyeyê û aloziya ku tê re derbas bibe baş fêm kir, me xeta sêyemîn ji xwe re hilbijart. Di 8 salên derbasbûyî de, tekez bû ku xeta me ya herî rast e ku ji wir jî fikra Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku xwe dispêre hemû gel dikarin xwe bi rê ve bibin û aloziya Sûriyeyê çareser bibe, derket holê.”

Hevseroka PYD`ê da zanîn ku partiya wan bi hebûneke xurt xwe îspat kir û li ser esasê azadiya jinan û birêxistinkirina civakê kar kir û wiha pê de çû: “Partiya me pêşbîniyên siyasî yên rast ji berjewendiyên gelên herêmê re pêşkêş kirin û bi fikra neteweya demokratîk bawer bû.”

Cihê PYD`ê di guhartinên herêmê de

Eyş Hiso îşaret bi cihê PYD`ê di guhartinên li herêmê û taybet Sûriyeyê de kir û wiha dewam kir: “Bûyerên li Sûriyeyê çêdibin ne tiştên tesadûfî ne, beriya wê her tişt hatibû plankirin. Dewletên ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve bi awayekî neyekser destwerdan dikirin, niha yekser mudaxeleya aloziya Sûriyeyê dikin. Hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê tenê ji bo derbkirina projeya demokratîk a hundirê Sûriyeyê ye û parastina berjwendiyên dewleta Tirk e.”

Eyşe Hiso anî ziman ku partiya wan bûyerên ku li Sûriyeyê çêbûn, baş analîz kirin.

Eyşe destnîşan kir ku ew wek gelên herêmê baweriya xwe bi hêza xwe ya hundirîn tînin û çareserî bi rêya danûstandinê ku hemû gelên Sûriyeyê û hêzên siyasî û demokratîk ên Sûriyeyê beşdar bibin, dikare pêk were.

Hevseroka PYD`ê diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ji herêmên Sûriyeyê piştî civînên Astana û  rêkeftinên ku çêbûn, tenê xizmeta xewna Tirkiyeyê ya vejandina Împaratoriya Osmanî dike.

‘Da ku Efrîn li gelê xwe vegere em ê destekê bidin YPG û YPJ’ê’

Eyşe bal kişand ser plansaziya partiya xwe ya pêşerojê û wiha got: “Di sala nû de, em ê asta têkoşîna xwe heta rizgarkirina Efrînê bilind bikin û destekê bidin şervanên YPG û YPJ`ê da ku Efrîn li gelê xwe vegere. Efrîn ne wekî lîwaya Îskenderonê ye, ji ber ku Efrînê xwediyên xwe hene.”

Her wiha Eyşe Hiso diyar kir ku dê ji bo birêxistinkirina gel û pêkanîna projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kar bikin, ji ber ku ew tekane proje ye ku Sûriyeyeke demokratîk ava bike.

Eyşe Hiso tekez kir ku di pêşerojê de dê têkoşîn û israra projeya demokratîk ji bo Sûriyeyê da ku sîstemeke nenavendî û demokratîk were avakirin, dewam bike. Her wiha Eyşe got da ku ew layiqî xeta şehîdan bin, rêgezên neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a ser li ser biratiya gelan pêk bînin dê bê navber kar bikin.

Di dawiya axaftina xwe de hevseroka PYD`ê wiha got: “Em berxwedana gelê Efrînê li kantona Şehbayê silav û pîroz dikin. Em tekez dikin ku Efrîn dê ya gelê Sûriyeyê û gelê Efrînê be. Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê asta têkoşînê bilind bikin. Sala nû dê bibe sala serkeftinan û pêkanîna rêgezên demokratîk.”

(ekîb)

ANHA