‘Tevî hemû kiryarên çeteyan me gundê Baxoza Jorîn rizgar kir‘

Şervanên QSD`ê yên ku tev li pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" bûne, ji bo rizgarkirina gundê Baxoza Jorîn ji çeteyên DAIŞ`ê destnîşan kir ku çete ji bo ku pêşketinên şervanan asteng bikin erebeyên bombebarkirî bi kar tînin. Şervanan tekez kir ku di demeke nêz de dê bajarokê Hecîn jî rizgar bikin.

‘Tevî hemû kiryarên çeteyan me gundê Baxoza Jorîn rizgar kir‘
‘Tevî hemû kiryarên çeteyan me gundê Baxoza Jorîn rizgar kir‘
‘Tevî hemû kiryarên çeteyan me gundê Baxoza Jorîn rizgar kir‘
‘Tevî hemû kiryarên çeteyan me gundê Baxoza Jorîn rizgar kir‘
21 îlon, 2018   07:37

EMAR EL-XELEF – DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê di çarçoveya pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" de ji bo rizgarkirina tevahî rojhilatê Firatê ji çeteyên DAIŞ`ê, gundê Baxoza Jorîn ê girêdayî herêma Hecîn ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.

Şervan nêzî gundê Sûsê bûne ku 20 kîlometre ji bajarokê Hecîn dûr e.

Di vê çarçoveyê de şervanên QSD`ê yên tev li hemleya rizgarkirina gund bûne ji nûçegihanê ajansa me yê ku hemleyê dişopîne re axivîn.

Şervanê bi navê Alan Hesekê destnîşan kir ku wan ji bo parastina sivîlan plansaziyek daniye da ku tu zerar negihîje tu kesî. Alan Hesekê got wan ji sê aliyan ve derdora gund girt, tevî mayînên ku ji aliyê çeteyan ve hatine bicihkirin lê ew bi awayekî berbiçav bi pêş de diçin da ku gund ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin.

Ji aliyê xwe ve şervanê bi navê Ehmed El-Elî got piştî wan gundê Baxoza Jorîn rizgar kir, ew ê di demeke nêz de mizgîniya rizgarkirina bajarokê Hecîn bidin gelê Sûriyeyê.

Ehmed El-Elî di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo ku pêşveçûnên şervanan werin astengkirin, çete erebeyên bombebarkirî bi kar tînin. Her wiha destnîşan kir ku ew nêzî gundê Sûsê bûne û tekez kir ku şervanê QSD`ê dê çeteyên DAIŞ`ê tune bikin û hemû şêniyan li malên wan vegerînin.

(bx)

ANHA