Ji ber lehiyê 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Ji ber barîna baranê zêde gelek cihên bajarê Qesntînê ê bakurê rojhilatê Cezaêrê di bin baranê de man û 2 kesan jiyana xwe ji dest da, her wiha gelek ziyanên madî pêk hatin.

Ji ber lehiyê 2 kesan jiyana xwe ji dest da
20 îlon, 2018   11:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Cezaêrê ji ber barîna barana zêde li bajarê Qesntînê ê bakurê rojhilatê Cezaêrê ku seatekê dewam kir, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek rêyên bajêr hatin girtin, her wiha ziyanên madî pêk hatin.

Roja çarşemê baran bariya û lehî li zozanan pêk hat û gelek mal di bin avê de man. Şêniyên herêmên çiyayî dikaribûn 2 zarokan ji fetisandinê xelas bikin.

Gelek şêniyên taxên ku zirar dîtin, ji ber xerabûna binesaziyê nerazîbûna xwe nîşan da û ji aliyên peywendîdar xwest alîkariya wan bikin.

ANHA