Şêniyên Qamişloyê ji bo Efrînê meşiyan

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê ji bo rizgarkirina Efrînê daketin qadan û bi yekdengî gotin “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin.”

Şêniyên Qamişloyê ji bo Efrînê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê ji bo Efrînê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê ji bo Efrînê meşiyan
Şêniyên Qamişloyê ji bo Efrînê meşiyan
20 îlon, 2018   11:55

QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê bi dirûşmeya "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê Efrîn rizgar bikin” meşeke li dar xistin. Meş ji çerxerêya Sawamî ya taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo destpê kir.Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo tevli meşê bûn.

Ji bo ewlehiya meşvanan Hêzên Ewlekariyê Hundrîn amade bûn. Beriya meş dest pê bike, şêniyên bajarê Qamişlo dikanên xwe girtin û tevli meşê bûn.

Di meşê de wêneyên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, ala TEV-DEM, Kongreya Star, YCR/YJC hatin rakirin. Her wiha pankartên bi nivîsa "Yan Efrîn yan Efrîn, bi rihê Berxwedana Serdemê em ê Efrîn rizgar bikin, Na ji guhartina demografyaya Efrînê re" hatin hildan.

Meş li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veguherî mitîngê.

Miting bi rêzgirtin destpê kir. Paşê axaftin hatin kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Abdûlkerîm Sarûxan axivî û wiha got "Li dijî kiryarên qirejî yên dewleta Tirk a dagirker dewletên navnetewî bedengiya xwe diparezin. Ew bedengî cihe şermezariye ye. Hemû êrîşên hovanê li Efrînê berçavên hemû cîhanê hat kirin nû tê kirin. Lê mixabin dîsa berjewendiyên dewletên hegemonîk li bedengiya êrîşan de derdikeve hole. Ji bo berjewendiyên xwe di Idlibê de hemû cîhan bû xwedî helwest. Ew dagirkeriya ku li Efrînê ber çavên hemû cîhanê hat kirin çima helwest nehat diyar kirin? Siyasetên ku tê kirin jib o qirkirina gelê Kurd e. Efrîn mifteya çareseriya pisgireka Rojava û Bakûrê Sûriyê ye. Heya Efrîn rizgar nebe tu çareseriyê nikarin pêk bînin. Çalakiyên me êdî wê jib o azadiya Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirna Efrînê be. Em Efrînê bernadin û heya dawî jî ber xwe bidin.”

Meşvanan bi sloganên “Qetil Erdogan, dirûşemyên silavkirina Efrîn ê û Berxwedana Serdemê birêz kirin û bi soza rizgarkirina Efrînê mitîng bi dawî bû.

(mk/cş)

ANHA