Buroya Xebitandinê ya Reqayê derfetên kar ji 2 hezar û 500 kesan re peyda kirin

Buroya Xebitandinê ya girêdayî Komîteya Karûbarên Civakî û Kar a Meclisa Sivîl a Reqayê derfetên kar ji zêdetirî 2 hezar û 500 kesan re peyda kirin. Her wiha xebatên xwe jî bi armanca kêmkirina rêjeya bêkariyê didomîne.

Buroya Xebitandinê ya Reqayê derfetên kar ji 2 hezar û 500 kesan re peyda kirin
Buroya Xebitandinê ya Reqayê derfetên kar ji 2 hezar û 500 kesan re peyda kirin
20 îlon, 2018   09:40

FIDA ELÎ / REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê di 18`ê Avrêla 2017`an de hate damezirandin. Jê Buroya Xebitandinê ya girêdayî Komîteya Karûbarên Civakî û Kar derket. Buro hewl dide derfetên kar ji welatiyan re peyda bike.

Ji bo peydakirina derfetên kar gelek welatî serlêdana buroyê dikin û navên xwe tomar dikin.

Buroyê ji bo peydakirina kar ji hemû beşên civakê re (karker, nobetdar, kesên ku ji zanîngeh û peymangehan derçûne) di saziyên sivîl ên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê û rêxistinên mirovî de dixebite.

Hejmara kesên ku navê xwe li buroyê tomar kirine 20 hezar e. Heta niha zêdetirî 2 hezar û 500 kes di nav sazî û meclisan de hatine qebûlkirin.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Buroya Xebitandinê ya girêdayî Komîteya Karûbarên Civakî û Kar Ibrahîm El-Neîmî wiha got: “Ji bo derfetên kar rojane welatî serlêdana buroyê dikin û navên xwe tomar dikin. Kesên ku tomar bûne dê bi rêya pêşbirkan û li gorî asta xwendinê û pîşeyên wan werin pejrandin.”

Her wiha El-Neîmî wiha domand: "Di rojên pêş de dê derfetên kar hîn bêtir ji welatiyan re peyda bikin. Di vê mehê de pêşbirka nobetdariya dibistanan heye û dê 600 karkerên mêr û 300 karkerên jin bên qebûlkirin û dê li Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê werin erkdarkirin."

(şx)

ANHA