Mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên îro

Enqere ji bo ku li Idlibê danûstandinê bi çeteyên xwe re bike mehek dem peyda kir û çalakiya leşkerî bêyî ku girêka çeteyên girêdayî wê were çareserkirin mehekê hate gîrokirin. Nakokiyên di navbera bilokên siyasî yên Iraqê de ji bo hilbijartinên serokkomariyê berdewam in. Namzetê herî şansdar Berhem Salih e. Guman e partiya El-Dehwê endamiya Ebadî taloq bike. Tevlihevî li Tirkiyeyê zêde dibe, nemaze piştî ku hikumeta Tirkiyeyê bang li biyaniyan kir da ku nasnameya Tirkiyeyê bi pereyan wergirin.

Mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên îro
20 îlon, 2018   09:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kir. Rojnameyan behsa encamên civîna di navbera Pûtîn û Erdogan de kir. Her wiha bal kişandin ser çalakiya siyasî ya li Iraqê û hilbijartina her sê serokan. Rojnameyan behsa aloziya aborî ya Tirkiyeyê û banga hikumeta Tirkiyeyê ji biyaniyan re da ku nasnameya Tirkiyeyê bi pereyan wergirin.

El-Ereb: Hevpeymana Tirkiye û Rûsyayê der barê Idlibê de... Planeke aştiyê ya demkurt

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa encamên civîna di navbera Pûtîn û Erdogan de kir. Rojnameya El-Ereb diyar kir ku ji dema lûtkeya di navbera Pûtîn û Erdogan de û lihevkirina wan ji bo avakirina devereke bêçek ku herêmên di bin serweriya opozîsyonê de ne û hêzên rêjîmê ji hev cuda dike li Idlibê.  Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê wêneyekî xeyalî der barê Idlibê de ku hevpeymana Moskov û Enqereyê vedijîne, nîşan didin ku dê jiyana welatiyan were parastin û diyar dikin ku vetoya Tirkiyeyê hişt ku bakurê rojavayê Sûriyeyê ji kambaxiyeke mirovî were parastin.

Rojnameyê  destnîşan kir ku ev wesfên hatine danîn tu carî hêvî bi xwe re nedianîn, eger mijara Idlibê girêkok nebûya ku hevpeymana Pûtîn û Erdogan çalakiya leşkerî dereng xist. Çarenûsa hevpeymanê di bingehê de girêdayî berteka komên cîhadîst e û dibe di demeke lezgîn de hilweşe, eger Moskov û Enqere nikaribûn plana xwe li ser komên îslamî ferz bikin.

El-Heyat: Çarenûsa agirbesta Idlibê girêdayî berteka radîkalan e

Rojnameya El-Heyat jî behsa heman mijarê kir û diyar kir ku hevpeyamana Rûsya û Tirkiyeyê ya dûrxistina êrîşa rêjîma Sûriyeyê li dijî parêzgeha Idlibê girêdayî berteka komên radîkal e û dibe ku di demeke lezgîn de hilweşe, eger Tirkiye û Rûsya nikaribin plana xwe li ser komên îslamî ferz bikin.

Şerq El-Ewsat: Hevpeymana Pûtîn û Erdogan "damara bakur" vedigerîne Şamê

Der barê heman mijarê de rojnameya Şerq El-Ewsat destnîşan kir ku li gorî lihevkirina di navbera serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê Idlibê de ku her du welatan pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî kirine, ew e ku her du rêyên sereke yên di navbera bajarên Heleb, Laziqiye, Heleb û Hemayê de hişt ku damara bakur ji Şamê re vegere beriya ku îsal bi dawî bibe.

Iraq

Girêdayî xebatên çalakiya siyasî li Iraqê û xebatên avakirina hikumeta nû ya Iraqê, rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Aloziyeke tal li ser serokatiya Iraqê û Ebadî li ber derketina ji partiya xwe rû bi rû ye."

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî der barê mijara hilbijartina serokkomarê Iraqê de manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Berhem Salih ji bo serokatiya Iraqê herî zêde şansdar e."

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hikumeta Yemenê Neteweyên Yekbûyî tawanbar dike ku destên wê di qaçaxçitiya çekan a Hûsiyan de heye."

Aloziya aborî ya Tirkiyeyê

Der barê aloziya aborî ya Tirkiyeyê de rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Nasnameya Tirkiyeyê niha erzantir e." Rojnameyê diyar kir ku Tirkiyeyê daxwazên pêdiviya sermayedaran û razemeniyên xanûberan ji bo wergirtina nasnameyên Tirkiyeyê gelekî daxist.