Mînakeke vîna rastîn a jinên berxwedêr; Fatme Mihemed

Fatme Mihemed ji şêniyên Efrînê ye. Beriya 13 salan Fatme tevî malbata xwe li Qamişlo bi cih bûye. Bi derfetên xwe yên sînordar û ruxmî gelek astengiyan karê xwe bi pêş xist  û debara malbata xwe peyda kir.

Mînakeke vîna rastîn a jinên berxwedêr; Fatme Mihemed
Mînakeke vîna rastîn a jinên berxwedêr; Fatme Mihemed
Mînakeke vîna rastîn a jinên berxwedêr; Fatme Mihemed
20 îlon, 2018   08:50

SILAVA ABDULREHMAN - RUBA EL-ELÎ / QAMIŞLO

Pergalên zordestiyê zîhniyeta mêrdestiyê li ser civakê ferz kirin û ew jî rola jinan di nav malê de sînordar kir. Lê jinan ji bo bidestxistina azadiya xwe û da karibe civakê bêyî mêr bi rê ve bibe, tê koşiya. Ji wan jinên ku tê koşiyane yek jî Fatme Mihemed e. Fatme 44 salî ye û ji şêniyên Efrînê ye. Tevî malbata xwe beriya 13 salan li Qamişlo li taxa El-Hîlaliyê bi cih bûye.

Fatme di hunera neqşekirina li ser cawan de pispor e. Ji ber nexweşiya bavê xwe ya kezeba reş, Fatme dest bi kar kir û debara malbata xwe peyda kir.

Rastî nêrîna civakî ya paşverû hat lê paşde gav neavêt

Di destpêka kar de Fatme rastî nêrîna civakê ya paşverû hat. Li gorî kevneşopên civakê divê jin tenê karên malê bikin. Lê Fatme li hemberî wê nêrînê li ber xwe da û wiha qala vê yekê kir: “Ez tê digihîjim ku karîna jinan zîhniyeta civakê ya paşverû ku jinan sînordar dike derbas dike.”

Karê xwe berfireh kir

Di destpêkê de 11 kefî çêdikirin. Lê piştî şikandina nêrîna civakê Fatme karê xwe berfireh kir û dest bi çêkirina cilên rêsî kir û di nav sûkên Qamişloyê de bi buhayên guncaw difiroşe. Piştî berfirehbûna karê Fatmeyê dayika wê di frotina berhemên wê de alîkariya wê kir. Niha Fatme cihekî taybet ji bo firotina berhemên xwe di nav sûkê de diyar kiriye.

Her wiha Fatme diyar kir ku ji ber karê xwe rastî gelek astengiyan hatiye lê bi israra xwe hemû derbas kirin û wiha domand: “Civaka mêrserdest rola jinan di xwedîkirina zarokan û karên malê de sînordar kir. Lê jin beyî mêr dikarin rêveberiya civakê bikin. Ji ber wê divê jin xwe ji vê zîhniyetê rizgar bikin û xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin.”

(şx)

ANHA