Bi hatina zivistanê re karesatek li benda koçberên kampa El-Tiwêhnê ye

Bi hatina zivistanê re azarên koçberên kampa El-Tiwêhnê ya bakurê rojavayê Tebqayê zêde dibin. Jiyana bi hezaran koçberan ji ber kêmasiya alavên germkirinê û di nav xemsariya rêxistinan de di xetereyê de ye.

Bi hatina zivistanê re karesatek li benda koçberên kampa El-Tiwêhnê ye
Bi hatina zivistanê re karesatek li benda koçberên kampa El-Tiwêhnê ye
Bi hatina zivistanê re karesatek li benda koçberên kampa El-Tiwêhnê ye
Bi hatina zivistanê re karesatek li benda koçberên kampa El-Tiwêhnê ye
Bi hatina zivistanê re karesatek li benda koçberên kampa El-Tiwêhnê ye
20 îlon, 2018   07:07

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Di nav bêkarî û xemsariya rêxistinên navdewletî de yên ku qaşo banga mirovahî, edalet, wekhevî û mafên mirovan dikin, azar û êşên koçberên lampa El-Tiwêhnê zêde dibin. Her çendîn alîkarî bên belavkirin lê ne bi qasî azarên wan koçberan in.

Nêzî 6 hezar û 700 mirov di kampa El-Tiwêhnê ya bakurê rojavayê bajarê Tebqayê li ser beravên Gola Firatê dijîn. Koçber di kampê de li ser 2 hezar 400 konan belav bûne. Lê ev kon gihaştine astekî ku jiyan lê nabe û ne ji germa havînê û ji sermaya zivistanê diparêzin.

Heta niha tu plan an jî projeyek ji bo çareseriya vê pirsgirêkê û kêmkirina azarên koçberan nehatine pêşkêşkirin.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê kampa El-Tiwêhnê Abdulhadî El-Ebid ji ajansa me re axivî û da zanîn ku hemû rêxistinên navdewletî yên ku li herêmê kar dikin û di serî de Komseriya Bilind a Karûbarên Koçberan pêşkêşkirina alîkariyê red dikin, şertê ku cihê kampê veguheze cihekî nû li nêzî gundê El-Mehmûdlî yê bakurê Tebqayê ku hîna nehatiye temamkirin.

El-Ebid wiha domand: “Me hema hema ji hemû rêxistinan û aliyên xêrxwaz re daxwaznameyên alîkariyê pêşkêş kirin, lê hemû bê encam bûn.”

Di vê rewşê de kampa El-Tiwêhnê ya ku beriya salekê hatiye avakirin, bi hatina zivistanê re di çarçoveya zêdebûna hejmara koçberan de bi karesateke rastîn re rû bi rû maye.

(şx)

ANHA