Xebat û projeyên Şaredariya Minbicê bi hatina zivistanê re

Şaredariya Gel a Minbicê bi hatina zivistanê re xebat û projeyên xwe zêde dike.

Xebat û projeyên Şaredariya Minbicê bi hatina zivistanê re
Xebat û projeyên Şaredariya Minbicê bi hatina zivistanê re
20 îlon, 2018   06:39

CIWANA EHMED-SELWA ABDULREHMAN / MINBIC

Bi hatina zivistanê re barê Şaredariya Gel a Minbicê zêde dibe û gelek xebat hîna negihandine serî. Ji ber wê Şaredariya Gel lez da xebatên xwe.

Werşeyên sererastkirinê yên girêdayî Şaredariya Gel a Minbicê ji bo rêgirtina li ber kombûna avê li taxan dixebitin. Her wiha rogarên sereke paqij dikin û bi awayekî asayî xebatan dimeşînin.

Projeyên sererastkirinê yên qediyayî

Werşeyên sererastkirinê yên girêdayî Şaredariya Gel a Minbicê bi derfetên xwe û beyî alîkariya rêxistinekê gelek proje gihandine serî; projeya rêya Cizîrê nêzî Çerxerêya Jin, rêya geliyê El-Sêl, rogarên nû li taxên rêya Heleb û kolana komeleya cotkaran ava kirin û taxa El-Hezawne.

Di werşeyan de 10 karkerên pispor dixebitin. Her wiha komîteyê giliyên welatiyan pêşwazî dike û li gorî derfetên xwe daxwazan bi cih tîne.

Paqijî

Ji bo paqijiya bajêr, karkerên paqijiyê rojane li ser du wardiyeyan; sibe û êvarê dixebitin. Di her wardiyayekê de 15 werşe hene û di her werşeyekê de tevî erebeyeke paqijiyê û ajokarekî 4 karkerên paqijiyê dixebitin. 

Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Gel a Minbicê di nav hemû taxên bajêr de rojane dixebitin, çopê li pişta geraca Minbicê kom dikin û piştre bi rêya erebeyên pêwîst ji cihekî diyar li bakurê Minbicê li nêzî xeta El-Sacûr re tê veguhastin û tê şewitandin.

Geraca Minbicê

Ruxmê kêm alavên xizmetguzariyê şaredarî xebatên paqijiyê û xizmetguzariyê didomîne.

Karkerên paqijiyê ji ber xemsariya şêniyan di warê dem û cihên avêtina çopê de bi gilî û gazinc in.

Beşa kehrebe û ronîkirina rê û çerxerêyan

Beşa kehrebeyê ya Şaredariya Gel a Minbicê ji bo ronîkirina rê û çerxerêyan dixebite.

Li gorî gotinên xebatkarên beşê, di beşê de tevî 4 alavên xizmetguzariyê 4 karker dixebitin. Her wiha diyar kirin ku di rojên pêşiya me de dê hemû projeyên kehrebeyê û ronîkirina rêyan bi dawî bikin.

(şx)

ANHA