`Piştî şoreşê me mebesta Rêberê Gelê Kurd Ocalan nas kir`

Dayika Şemsa Ismaîl bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Dayika Şemsa destnîşan kir ku ruxmî girtina wî ji aliyê dewleta Tirk ve, lê gel li ser rêgez û felsefeya wî dimeşe. Her wiha diyar kir ku fikrên Ocalan di hişê wan de mayînde ne.

`Piştî şoreşê me mebesta Rêberê Gelê Kurd Ocalan nas kir`
20 îlon, 2018   06:32

GULISTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 80`yî û 90`î de serdana Sûriyeyê kir û bi gelek malbatan re rûnişt. Lê piştî derketina wî ji Sûriyeyê û di encama komployeke navdewletî de di sala 1999`an hate girtin. Dewleta Tirk ji beriya du salan ve tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz dike. Her wiha hevdîtinên malbat û parêzeran bi gelek bihaneyan red dike.

Ji kesên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, yek jî dayika Şemsa Ismaîl e. Dayika Şemsa, dayika şehîd Sadiq Kobanê ye.

Dayika Şemsa ji ajansa me re axivî û hevdîtina xwe bi Ocalan re wek xewnekê şayesand.

Dayika Şemsa wiha got: “Di sala 1990’î de ez bi Ocalan re rûniştim. Di wê demê de li Lubnanê bû. Tevî gelek malbatan em çûn serdana Ocalan. Tevî gelek zehmetiyên rê lê em ji bo hevdîtinê bi israr bûn.”

Dayika Şemsa destnîşan kir ku beriya hevdîtinê ew gelek bi heyecan bû û ji kêfan dilerizî.

Ocalan rizgariya hemû gelên Rojhilata Navîn dixwaze

Di berdewama axaftina xwe de dayika Şemsa diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran bi wan re civiyaye û wiha domand: “Di nîqaşên xwe de Ocalan behsa çawaniya rizgariya gelan ji pergalên desthilatdariyê yên ku cîhanê hikum dikin û her wiha çawa jin azadiya xwe bi dest bixin, nîqaş dikir.”

Her wiha Şemsa destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di civînan de her tim behsa mijara azadiya jinan dikir û her tim ev gotin dubare dikir: “Jina azad tê wateya civaka azad” û wiha domand: “Wê demê mebesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji vê gotinê em tê negihaştin, lê niha piştî şoreşa jinan a Bakurê Sûriyeyê me nû mebesta Ocalan nas kir.”

Tecrîdkirin şikandina vîna gelan armanc dike

Dayika Şemsa têkildarî tecrîdê jî wiha got: “Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze vîna gelên ku bi Ocalan bawer kiriye, bişikîne lê em gav paşde naavêjin û em ê rêya azadiyê berdewam bikin.”

(şx)

ANHA