PYD: Em soza şopandina rêya şehîdan dubare dikin

Meclîsa Giştî ya PYD’ê soza şopandina rêya şehîdan ber bi azadiyê ve û biserxistina projeya demokratîkkirina Sûriyeyê dubare kir. PYD'ê diyar kir ku rêveberiya xweser çareseriya herî guncaw ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê û hemû dozên Rojhilata Navîn e û di serî de doza kurdî çareser dike.

PYD: Em soza şopandina rêya şehîdan dubare dikin
19 îlon, 2018   09:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 15'emîn salvegera damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Meclîsa Giştî ya partiyê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniya PYD'ê de hate gotin ku PYD beriya 15 salan di qonaxeke hesas de hate damezirandin û rewşa herêmî û navneteweyî rastî guhertinên mezin dihat û sîstemeke hegemonî ya cîhanî derbasî asteke nû dibû û li ser pêwîstiya nirxandina berfireh ji rewşê re pêwîstî bi avakirina partiyê re zêde bû da ku guhertineke demokratîk di Sûriyeyê pêk were û doza niştimanî û doza kurdî di Sûriyeyê de bêne çareserkirin.

Çareseriya doza kurdî û demokratîkbûn ji hev cuda nîn e

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rêjîma Baasê ya Sûriyeyê siyaseteke zordarî li hemberî gelên Sûriyeyê dida meşandin û hebûna doza kurdî di Sûriyeyê de înkar dikin, nemaze giştî diyardeyên jiyana siyasî di Sûriyeyê de tune kirin û zindanên Sûriyeyê bi têkoşerên PYD'ê hatin dagirtin û wiha hate gotin: "Partiya me ji dema damezirandinê ve tê dikoşe da ku çareserkirina doza kurdî ji doza demokratîkkirinê neyê cudakirin. Her wiha çareseriya xwe ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê û giştî Rojhilata Navîn pêşniyar kir."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku PYD li ser rêya azadiyê û çareserkirina doza kurdî gelek şehîd dan û di serî de damezirînerên PYD'ê wekî şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê, Osman Dadelî, Ehmed Hisên û piştre Îsa Hiso û herî dawî Xalid Kûtî û wiha hate gotin: "Nirxên şehîdên me veguherîn mîraseke fikrî û rêxistinî û bi saya wê bi rêbazên şoreşgerî beşdarî nava tevgera şoreşgerî ya Sûriyeyê di Adara 2011'an de bû û ji xwe re rêya sêyemîn pejirand û xwe spart fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a neteweya demokratîk ji bo pêkanîna demokrasiyê li Rojhilata Navîn. Li gorî felsefeya neteweya demokratîk şoreşa 19'ê Tîrmehê di sala 2012'an de hate lidarxistin û rêveberiya Xweseriya Demokraîtk bi hevkariya bi dehan partî û hêzên siyasî yên kurdî, erebî, suryanî û hemû pêkhateyên herêmê re hate avakirin. Bi saya vê rêveberiyê herêmên Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyeyê li ser girîngtirîn rêbazên wê yên stratejîk di parastina rewa de bi rêya Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Sûriyeya Demokratîk karibû derbeyên giran li rêxistina terorîst DAIŞ'ê bide û herêmê ji êrîşan û ji tevliheviyan biparêze."

Hêzên kapîtalîst hewl didin çareseriyê gîro bikin

Di daxuyaniyê de hate gotin ku nexşeyên siyasî yên Rojhilata Navîn beriya nêzî 100 salî bêyî îradeya gelan hatine çêkirin. Niha ev li ber têkçûnê ne û aloziya Sûriyeyê mînaka vê yekê ye. Hêzên kapîtalîst bi hemû rêbazên xwe hewl didin çareserkirina aloziyê dereng bixin û wiha hate domandin: "Heta niha çareseriyek ji aloziya Sûriyeyê re nehatiye danîn. Ji ber vê yekê partiya me PYD'ê bi riya rêbazên siyasî yên demokratîk piştgiriya hevdîtinên di navbera Meclîsa Sûriya Demokratîk û hikûmeta Şamê dike."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em wek endamên Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk û bi boneya salvegera 15'emîn a damezirandina partiyê, salvegera partiyê li hemû gelên Sûriyeyê û hemû hêzên demokrasîxwaz ên cîhanê pîroz dikin. Em soza xwe ya şopandina rêya şehîdan ber bi azadiya civakê ve dubare dikin. Ji bo biserxistina projeya demokratîkkirina Sûriyeyê da ku hemû pêkhate rêveberiyên xwe yên xweser ava bikin, em ê asta xebatên xwe bilind bikin."