Li Reqayê amadekirina dibistana ji bo kesên ker û lal

Buroya Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Reqayê amadekariyên vekirina dibistaneke taybet ji bo kesên ker û lal dike.

Li Reqayê amadekirina dibistana ji bo kesên ker û lal
19 îlon, 2018   09:18

XALID EL-CUMA / REQA

Rêveberê Buroya Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Tirkî El-Dendel diyar kir ku divê hemû rêxistin alîkarî di hemû warên perwerde, tenduristî û ya herî girîng di warê çandiniyê de ji Reqayê re pêşkêş bikin.

Buroyê bi rêxistinên ku dixwazin alîkariyê di aliyê tenduristî, perwerde, xizmeztguzarî  û mirovî de pêşkeş bike, koordîneyê di navbera rêxistinan de çêdike. Her wiha ji aliyê xwe ve buro hemû cureyên alîkariyê belav dike.

Di dema niha de buroyê ji ber hebûna gelek zarokên astengdar, amadekariyên vekirina dibistaneke taybet ji bo kesên ker û lal li bajarê Reqayê dike.

Têkildarî mijarê Tirkî El-Dendel wiha got: “Ji ber hebûna hejmareke mezin ji kesên ku di encama şerên ku li Reqayê rû dane de dest û lingên xwe winda kirine, me di gelek civînên bi rêxistinan re bang li wan kir ku navendeke wekî dibistan ji wan re vekin.”

El-Dendel wiha domand: “Me wek Buroya Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Reqayê 12 hezar daniştok, 20 hezar çente û hezar û 200 dep ji rêxistinekê ku alîkariya warê perwerdeyê dike, wergirt. Paşê me ew alîkarî radestî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê kir û wan jî li ser dibistanan belav kir.”

Têkildarî warê çandiniyê yê gundewarên bakurê Reqayê El-Dendel destnîşan kir ku ji bo sererastkirina stasyona avê ya Til El-Simin a gundewarên bakurê Reqayê ku bi hezaran hektar li gundên Til El-Simin, El-Hîşê, Xêzêrat, El-Şerqraq û El-Fatse av dide û bi armanca piştgiriya warê çandiniyên li herêmê, wan bi rêxistinekê re peyman mohr kiriye.

Pakêta alîkariyê têra debara şêniyên Reqayê nake

Her wiha di berdewama axaftina xwe de El-Dendel diyar kir ku pakêta alîkariyê têra debara şêniyan nake, lê piştgiriya warê çandiniyê ew mezintirîn pakêta xwarinê ye û wiha pê de çû: “Divê hemî rêxistin serdana Reqayê bikin û rewşa bajêr bibînin ku bajar ji mayinan paqij bûye. Hewcedariya bajêr bi alîkariya madî, manewî û xizmetguzarî heye.”

 (şx)

ANHA