Gelê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiya

Bi deh hezaran şêniyên kantona Kobanê di meşa xwe de tekez kir ku ew ê ji bo rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştgiriyê bidin û kiryarên hovane yên dagirkeran li kantonê şermezar kirin.

Gelê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiya
Gelê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiya
Gelê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiya
Gelê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiya
Gelê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiya
Gelê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiya
19 îlon, 2018   09:36

KOBANÊ

Meş ji Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir. Bi deh hezaran ji hemû pêkhateyên kantonê tev li meşê bûn.

Di meşê de pankartên bi nivîsên li dijî dagirkeriya Efrînê, şermezarkirina bêdengiya navdewletî der barê kiryarên dagirkeran li Efrînê her wiha silavkirina berxwedana Efrînê û berxwedana YPJ/YPG`ê hatin hildan.

Meş ji Qada Jina Azad ber bi Qada Aştiyê ve çû. Li wê derê meş veguherî mitîngê. Mitîng bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê Kongreya Star Peyman Aydin axivî û got hewldanên dijmin di sedsala 20`an de bi bin ketin, ji ber wê hemû hêzan di sedsala 21`an de li dijî gelê Kurd bûne yek û li dijî wan komployên qirêjî pêk tînin da ku îradeya gelê herêmê bişikînin û şerê li herêmê dirêj bikin.

Peyman tekez kir ku rewşa Efrînê pir zehmet bû, li wê derê guhertinên demografîk hatin kirin lê ev yek nayê wateya ku ew bi bin ketin.

Peyman destnîşan kir ku komployên dawî ji aliyê Rûsya û Tirkiyeyê der barê Idlibê de dibe ku li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wan bin da ku êrîşên nû li ser herêmê pêk bînin.

Peyman diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê girêdayî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, darvekirina çalakvanên Kurd li Îranê ye, her wiha got ev ne tiştekî nû ye li dijî gelê Kurd.

Paşê bi navê gelê Efrînê yê ku ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku ji malên xwe derkevin û xwe li Kobanê bi cih kirine, Mihemed El-Hemîd axivî û tekez kir ku dê Efrînê rizgar bibe û hemû gelê Kobanê silav kir, ji ber ku destekê didin wan.

El-Hemîd di axaftina xwe de destnîşan kir ku di 18`ê Adarê de komployeke nû li dijî gelê Kurd bi destê dijminê Kurdan hate pêkanîn, armanca wan û di serî de Erdoganê kujer ku gelê Kurd tune bikin da ku azadiya xwe bi dest nexin û ew komplo li beramberê çavê hemû cîhanê kirin lê tevî wê jî civaka navdewletî bê deng ma.

El-Hemîd tekez kir ku Efrînê ya gelê xwe ye û dê ji Erdogan û çeteyên wî re bibe goristan.

Di dawiyê de El-Hemîd got Efrîn dê rizgar bibe, heta ku şervanek hebe û heta ku şêniyên Efrînê hebin dê Efrîn rizgar bibe û gelê wê di demeke nêz de dê li warê xwe vegerin.

Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeran bi dawî bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18`ê Adara derbasbûyî de û piştî 58 rojan ji berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê derbasî Efrînê bûn û xaka wê dagir kirin.

Dagirkeran li Efrînê sivîl kuştin, revandin, demografyaya herêmê guhertin û gelek kom ji bajarên Sûriyeyê li Efrînê bi cih kirin û mal û milkên welatiyan talan kirin û xwezaya wê şewitandin.

Gelek rêxistinên navneteweyî kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê wek kiryarên nemirovî pênase kirin.

(bx)

ANHA