Welatiyên Kobanê: Felsefeya Ocalan rê nîşanî me dide

Welatiyên bajarê Kobanê diyar kirin  ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê nîşanî wan dide û tecrîda giran a li ser Ocalan şermezar kirin.

Welatiyên Kobanê: Felsefeya Ocalan rê nîşanî me dide
19 îlon, 2018   04:15

KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye û hewl dide gelên Kurdistanê ji fikr û felsefeya wî dûr bixin. welatiyên Kobanê derbarî tecrîda li ser Ocalan axivin û ev tecrîd bi tûndî şermezar kirin.

Welatiyê bi navê Ehmed Hacim bi temenê 85 salî diyar kir ku Ocalan bê sûc û sebeb ketiye zindanê, tenê ji ber ku mafên xwe xwestine û wiha got: "Serok Apo tenê behsa fikra azad dikir û xwest hemû kesên zilmê dibînin, azad bibin." Hacim wiha pê de çû: "Rêber Apo doza mafên Kurdan kir, ew xistin zindanê, çima mafê her kesî heye ma mafê me jî tune ye?"

‘Em bi fikra serok azad in’

Welatiyê bi navê Fewzî Omer destnîşan kir ku ew bi dil û can bi Ocalan re ne û wiha berdewam kir: " Îro bi fikra serok em azad in, lê em nizanin çi sûcê serok Apo heye ta ku tecrîdê li ser pêk tînin. Rêber tenê dixwest fikra demokratîk di nava civakê de belav bibe, ev jî ne sûc e.”

Omer da zanîn ku dewleta Tirk her tim dixwaze Kurdan tune bike lê dê welatiyên li ser fikra wî heta dawiyê li ber xwe bidin.

‘Jin dê li ser rêya wî bin’

Her wiha jina bi navê Ahîn Merûf Ferec diyar kir ku dê her tim azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re bikin armanc û wiha got: "Serok em jin azad kirin û em ê serokê xwe bi fikra wî azad bikin û em ê wek jin her tim li ser rêya wî bin."

Welatiyan diyar kir ku Ocalan bi bedena xwe ketiye zindanê lê fikr û felsefeya wî azad e û dê her tim li ser rêya wî bin.

ANHA