Muslim: Kurdan hevaltî bi gelek dewletên cîhanê re çêkirin

Salih Muslim di civînekê de axivî û diyar kir ku Kurdan hevaltî bi dewletên navneteweyî di aliyê diplomasî û leşkerî de çêkirin.

Muslim: Kurdan hevaltî bi gelek dewletên cîhanê re çêkirin
Muslim: Kurdan hevaltî bi gelek dewletên cîhanê re çêkirin
Muslim: Kurdan hevaltî bi gelek dewletên cîhanê re çêkirin
Muslim: Kurdan hevaltî bi gelek dewletên cîhanê re çêkirin
Muslim: Kurdan hevaltî bi gelek dewletên cîhanê re çêkirin
Muslim: Kurdan hevaltî bi gelek dewletên cîhanê re çêkirin
18 îlon, 2018   19:12

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê civîna xwe ya asayî ya sê mehan li Goristana Ş.Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo lidar xist.

Endamê Komîteya Diplomasî Salih Muslim, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hêvî Seyîd, Hevserokên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Mehsûm Hesen û Sebah Hisên û bi dehan malbatên şehîdan tevlî civînê bûn.

Em xwedî rêgezin

Piştre, Salih Muslim axivî û bixêrhatin beşdaran kir û ev tişt got:”Pêwîste malbatên şehîdan pêşengên şoreşa ku zarokên wan di oxira wê de canê xwe feda kirine, bin. Bi saya xwîna şehîdan ewlekarî û aramî pêk hatin û em civîna xwe li goristana wan çêdikine.”

Muslim di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand ser rewşa siyasî li Sûriyê û rola dewletên herîmî û navneteweyî yên ku mudaxeleya Sûriyê kirin û got:”Bila Rûsya û Tirkiyê baş zanibin ku armancên me hene, ji ber ku em xwediyê rêgez û fikira şehîdan in.”

Muslim got:”Îro me ji hemû cîhanê re îsbat kir ku gotina”Tenê çiya hevalên Kurdan in” ne rast e, me bi pêş çavê cîhanê terora herî xeter “DAIŞ” têk bir. Em îro hêza leşkerî ya duyemîn li Sûriyê ne. Ev yek jî hîşt ku gelek dewletên navneteweyî di aliyê siyasî, diplomasî û leşkerî de bi me re bibin heval.”

Piştî gotina Salih Muslim, deriyê nîqaş hate vekirin û li nêrînên malbatên şehîdan hate guhdarkirin.

Civîn bi nîqaş û pêşniyarên derbarê pêşxistina asta kar de bi dawî bû.

(kc)

ANHA