Binpêkirinên artêşa tirk li ser sînorê Kobanê didomin

Artêşa tirk a dagirker gule li gundên rojhilatê Kobanê yên li nêzî sînor reşandin û zerar gihîşt malên welatiyan.

Binpêkirinên artêşa tirk li ser sînorê Kobanê didomin
18 îlon, 2018   18:33

KOBANÊ

Artêşa tirk a dagirker ji noqteyên xwe yên li ser sînor gule li malên welatiyan ên li gundên Xerîb û Kerbînav ên 15 Km li rojhilatê Kobanê reşandin.

Gulebaran ku nîv saetekê dewam kir, tu kes tiştek nebû lê zerar gihîşt malên welatiyan.

Duh jî artêşa tirk a dagirker gule bi ser gundên Eyn Bet, Qeremox, Xerîb, Kosil, Kerbinav û Elî Şar ên rojhilatê Kobanê reşandin.

Artêşa tirk a dagirker her car ji noqateyên xwe yên li ser sînor gule li gundên Kobanê yên wekî Aşme û Elî Şar û taybet gundê Zormixarê reşandin. Her wiha artêşa dagirker di meha sibata derbasbûyî de, gundê Zormixarê topbaran kir.

(kc)

ANHA