Xetên parastinê yên çeteyan ên Baxoz di destê QSD`ê de ne

QSD`ê diyar kir ku li bajaroka Baxoz ev du roj in şerên giran rû didin  û hêzên wan bi pêş ve diçin.

Xetên parastinê yên çeteyan ên Baxoz di destê QSD`ê de ne
18 îlon, 2018   18:16

DÊRAZOR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê destnîşan kir ku li bajaroka Baxozê di roja duyemîn de şerên giran rû didin û hêzên wan di bajarok de bi pêşve diçin û xetên parastinê yên çeteyan ketin destê hêzên wan.

QSD`ê tekez kir ku di şerê heta niha li bajarok rû dide, gelek windahiyên çeteyan çêbûne û gelek çete hatine kuştin.

QSD`ê bi lêv kir ku hêzên wan dest danîne ser çekên sivik û navîn ên çeteyan, her wiha depoyekî çeteyan ê cebilxanê ji aliyê hêzên wan ve hatiye teqandin.

(kc)