Rêjîma Sûriyeyê tekezî li ser girîngiya vekirina deriyên sînor ên di navbera Sûriyê û Iraq dike

Şêwirmenda Siyasî ya Serokê rêjîma Sûriyê Beşdar El-Esed, Buseyna Şaban tekez kir ku pêwîste deriyê sînor ên di navbera Iraq û Sûriyeyê werin vekirin.

Rêjîma Sûriyeyê tekezî li ser girîngiya vekirina deriyên sînor ên di navbera Sûriyê û Iraq dike
17 îlon, 2018   15:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmenda Siyasî ya Serokê Rêjîma Sûriyeyê Buseyna Şaban bi sefîrê Iraqê yê li Şamê hevdîtin kir. Di hevdîtinê de mijarên wekî têkiliyên di navbera herdu welatan de, di aliyê aborî û bazirganî de hatin gotûbêjkirin. Şaban tekez kir ku pêwîste deriyê sînor werin vekirin.

Sefirê Iraqê yê li Şamê Seed Mihemed Riza jî tekez kirin ku welatê piştgiyê dide dosyayê Sûriyeyê di qadên herêmî û navdewletî û got: "Iraq û Sûriyeyê li pêşberî xeteriyeke hevpar a terorê ne."