DAIŞ tengav bûye û dermanên qewetê bi kar tînin

Hate hînbûn ku çeteyên DAIŞ‘ê li ber berxwedaniya şervanên QSD‘ê xwe ranagerin, lewra jî deveran bi mayîn diçin û dermanên qewetê didin bi kar tînin.

DAIŞ tengav bûye û dermanên qewetê bi kar tînin
DAIŞ tengav bûye û dermanên qewetê bi kar tînin
DAIŞ tengav bûye û dermanên qewetê bi kar tînin
DAIŞ tengav bûye û dermanên qewetê bi kar tînin
DAIŞ tengav bûye û dermanên qewetê bi kar tînin
17 îlon, 2018   15:56

DÊRAZOR

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" bi pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê ber bi bajaroka Hecîn ve didome.

Çavkaniyekê bi navê N.Ş ji ber hovîtiya çeteyan ji Hecîn derket û xwe li herêmên di bin serweriya QSD‘ê girt. N. Ş anî ziman ku çeteyên DAIŞ‘ê li hemberî pêşdeçûnên şervanan tengav bûye, lewra mayînan diçînin û sekvan zêde kirine.

N. Ş her wiha destnîşan kir çete dermanên bi qewetê, vitamin, Brotin û sîroman dide sekvanên xwe û diyar kir ku moralê çeteyan ketiye, ji ber balafirên koalîsyonê û şervanên QSD‘ê nikarin bi erebeyan tevbigerin û motorsêklêtan bi kar tênin.

ANHA