Salih Muslim: Şerê Idlibê dê bi karîsetekê bi encam bibe

Rêveberê TEV-DEM‘ê Salih Muslim destnîşan kir ku, heger şer li Idlibê biqewime dê encamên wê pir giran be û anî ziman ku dibe aloziya heyî heya çend salên din berdewam bike, ji ber ku gelek welat beşdar bûne.

Salih Muslim: Şerê Idlibê dê bi karîsetekê  bi encam bibe
Salih Muslim: Şerê Idlibê dê bi karîsetekê  bi encam bibe
Salih Muslim: Şerê Idlibê dê bi karîsetekê  bi encam bibe
Salih Muslim: Şerê Idlibê dê bi karîsetekê  bi encam bibe
17 îlon, 2018   14:54

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê bi malbatên şehîdan re civiyan û geşedanên dawî nirxand.

Civîn li navenda çandê ya Hûrî bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehdan û rêveberê TEV-DEM‘ê Salih Muslim hate lidarxistin.

Salih Muslim destnîşan kir ku hemû hêzên dest li Sûriyeyê werdidin êdî dizanin aloziya Sûriyeyê bi çek û nebeşdarkirina kurdan û hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ne pêkan e.

Muslim diyar kir ku dewletên herêmî û cîhanê naxwazin aloziya Sûriyeyê bi dawî bibe, "Lê belê dixwazin temenê aloziyê dirêj bikin da ku berjewendiyan qezenc bikin."

Rêveberê TEV-DEM‘ê her wiha bal kişand li ser şerê li Idlibê û ev tişt got: "Heger şer li Idilbê dest pê bike, encamên wê dê ne hesan be, berevajî wê dê bi karîseke mezin bi encam bibe, dibe ku kirîz heya  çend salên din jî dirêj bike, ji ber ku destê gelek welatan di Sûriyeyê de heye."

Têkildarî rewşa Efrînê ya jî ya ji aliyê dewelat Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye darigirkirin, Salih Muslim tekez mîsyona wan a sereke rizgarkirina Efrînê ye.

Piştî axaftina Muslim, beşdaran nirxandin, pêşniyar, pirs û nêrînên xwe anîn ziman.

Di nîqaşan de, hate gotin ku koordînasyon di navbera komîn û Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê di aliyê rêxistin, perwerde, civîn û merasîman de kêm e.

Her wiha hin beşdaran jî rexe li endamên meclisê serdana wan a ji bo meclisa malbatên şehîdan kêm e.

Endamên dawîna civînê tekez kirin ku ew ê li ser rexneyên bisekinin soza çareserkirina pirsgêrkan da.

ANHA