Tehran dibêje ku beşdarî operasyona  Idlibê nabe

Berdevkê Wezareta Karên Derve Behram Qasimî ragihane ku welatê wî beşdarî operasyona leşkerî ya rêjîma Sûriyeyê li Idlibê nabe.

Tehran dibêje ku beşdarî operasyona  Idlibê nabe
17 îlon, 2018   11:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve Behram Qasimî ji rojnamevanan re wiha got: "Em di çareserkirina doza Idlibê de bi israr in ku ziyan bi gelê Sûriyeyê nebe. Em bi riya peywendiyên xwe bi Tirkiye û Rûsyayê re pêşniyarên xwe pêşkêş dikin. Me gelek caran ragihand ku hebûna me di Sûriyeyê de tenê ji bo alîkariya şêwermendiyê ye û em beşdarî ti çalakiyên li Sûriyeyê nabin."

Qasimî wiha domand: "Niha em der barê mijara mirovahî di Idlibê de xebatan dimeşînin. Em bi hêvî ne van xebat encamdar bin, ji ber ku mijarekî gelekî girîng e."

Serokê Rûsya Viladîmêr Pûtîn û serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan îro li Soçî li hev civiyan da ku çareseriyeke hevbeş ji dosya Idlibê re peyda bikin ku li vir komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê bi cih dibin û rêjîma Sûriyeyê bi alîkariya Rûsyayê dixwaze çalakiyeke leşkerî li vir pêk bîne.