Ji malbata şehîd Raxib El-Elî re sersaxî hate xwestin

Bi dehan welatiyên Dêrikê û navçeyên wê, sersaxî ji malbata şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Raxib Xidir El-Elî re xwest ku di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûbû.

Ji malbata şehîd Raxib El-Elî re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Raxib El-Elî re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Raxib El-Elî re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Raxib El-Elî re sersaxî hate xwestin
17 îlon, 2018   11:28

QAMIŞLO

Welatiyên bajarê Dêrikê û navçeyên Girkê Legê, Çelaxa û Til Koçer berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Raxib El-Elî li gundê Xerab Bacar ê Çilaxa.

Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel  (YPG) Şengal Til Koçer di merasîmê de axivî û wiha got: "Şehîdan canê xwe ji bo gelê xwe feda kir, ku gelê xwe jiyaneke azad bijîn, ji bo wê divê em jî xeyalên şehîdan pêk bînin."

Her wiha endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Qehreman Mihemed wiha got "Gelên Bakurê Sûriyeyê di merasîmên şehîdan de kom dibe ku ji cîhanê re lehengiya şehîdan îsbat bike."

Merasîm bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

ANHA