Dewleta Tirk dîsa li Serêkaniyê sivîlek birîndar kir 

Artêşa Tirk a dagirker gule avêtin ciwanê bi navê Hemze Şeban û ew birîndar kirin.

Dewleta Tirk dîsa li Serêkaniyê sivîlek birîndar kir 
17 îlon, 2018   11:26

HESEKÊ

Îro derdorê saet 13.00’an artêşa Tirk a dagirker gule avêtin gundê Esediya yê girêdayî Serêkaniyê ku li nêzî sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê ye û di encamê de sivîlek bi navê Hemze Şeban (17) dema ku zeviya xwe av dida birîndar bû. Piştî destwerdanê hate zanîn ku rewşa Hemze baş e. Hemze niha li nexweşxaneya Serêkaniyê tê dermankirin.

Heta niha artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran êrîşî  Serêkaniyê kir û di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûne û her wiha gelek jî birîndar bûne.

ANHA