Li herêmên rizgarkirî xwendekaran dest bi sala xwendinê kir

Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê xwendekaran berê xwe da dibistanan da ku dest bi sala xwendinê ya nû bikin. Li herêmên rizgarkirî 931 dibistanan pêşwaziya 285 hezar xwendekaran kir.

Li herêmên rizgarkirî xwendekaran dest bi sala xwendinê kir
Li herêmên rizgarkirî xwendekaran dest bi sala xwendinê kir
Li herêmên rizgarkirî xwendekaran dest bi sala xwendinê kir
Li herêmên rizgarkirî xwendekaran dest bi sala xwendinê kir
Li herêmên rizgarkirî xwendekaran dest bi sala xwendinê kir
Li herêmên rizgarkirî xwendekaran dest bi sala xwendinê kir
17 îlon, 2018   07:53

XALID EL-CÛMA / REQA

Li herêmên rizgarkirî Komîteya Perwerdeyê 11 hezar û 400 mamoste ji bo 931 dibistanên ku li herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, amade kirine.

Li herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê Komîteya Perwerdeyê dewreyên amadekariya mamosteyan dest pê kir. Hemû mamoste tev li dewreyên perwerdeyê bûn. Di dewreyên perwerdeyê de dersên bîrdozî û dersên li ser şêwazên dersdayînê hatin dayîn.

Mamosteyên li herêmên rizgarkirî kesên ku asta amadeyî ji wan ên ku zanîngeh û peymangeh di hemû branşan de bi dawî kirin e. Li gorî serokên komîteyên perwerdeyê dewreyên perwerdeyê baş derbas bûn.

Hejmara mamosteyan li Reqa û gundewarên wê 4 hezar û 100 e. Hejmara xwendekaran jî 120 hezar. Her wiha 281 dibistan ji bo sala xwendinê ya nû hatin amadekirin ji wan 32 dibistan ji bo asta navîn û amadehiyê ne.

Li Tebqayê 2 hezar mamoste li ser 200 dibistanên Tebqa û gundewarên wê hatin belavkirin. Her wiha hejmara xwendekaran  57 hezar û 493 e.

Li Dêrazorê û gundewarên wê 5 hezar û 300 mamoste û 450 dibistan ji bo sala xwendinê ya nû hatine amadekirin. Li gorî Komîteya Perwerdeyê ya Dêrazorê dê 108 hezar xwendekar dest bi sala xwendinê ya nû bikin. Heta niha deriyê qeydkirina navan li Baxoz û El-Behre ku ji nû ve hatine rizgarkirin, vekirî ne.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Elî El-Şenan sala xwendinê ya nû li şêniyên Reqayê pîroz kir. Elî El-Şenan tekez kir ku sala xwendinê ya nû dê ji salên berê baştir be ji ber ku mamoste hatine perwerdekirin û ji sala xwendinê ya nû re hatine amadekirin.

(bx)

ANHA