Piştî têkçûna lûtkeya Tehranê, Erdogan û Pûtîn li ser maseya danûstandinan in

Piştî ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan nikaribû agirbestekê ji çeteyên Cebhet El-Nusra re li Idlibê pêk bîne, îro bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re li bajarê Soçî yê Rûsyayê dicive û dê danûstandinan der barê Idlibê de bikin.

Piştî têkçûna lûtkeya Tehranê, Erdogan û Pûtîn li ser maseya danûstandinan in
17 îlon, 2018   07:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Soçî dicivin, da ku çareseriyeke hevbeş ji aloziya Idlibê re peyda bikin. Komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê di Idlibê de bi cih bûne û rêjîma Sûriyeyê bi alîkariya Rûsyayê dixwaze çalakiyeke leşkerî li vir pêk bîne.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov destnîşan kir ku danûstandin dê girêdayî rewşa li Idlibê bin û dê encamên lûtkeya sêalî li Tehranê gotûbêj bikin.

Lûtkeya sêalî li Tehranê di 7'ê vê Îlonê de hate lidarxistin û der barê dosyaya Idlibê de nakokî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de derketin. Aliyên beşdarî lûtkeyê bûne nikaribûn çareseriyekê li gorî berjewendiyên xwe pêk bînin. Li ser vê yekê Pûtîn û Erdogan îro careke din li bajarê Soçî dicivin da ku çareseriyekê ji çarenûsa Idlibê re peyda bikin.

Nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de der barê dosyaya Idlibê de zêde dibin. Moskov li rex rêjîma Sûriyeyê hewl dide serweriya xwe li Idlibê ferz bike û bi vê yekê rêjîm û Rûsya serweriya xwe li ser ji sedî 65 ji giştî axa Sûriyeyê ferz dikin. Enqere jî hewl dide rê li pêşiya çalakiya leşkerî bigire û agirbestekê pêk bîne da ku çeteyên xwe vekişîne û ber bi gundewarên bakurê Helebê ve bişîne da ku li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) an li dijî hêzên rêjîmê li bajarê Helebê bi kar bîne.