Lehiya Mankot derbeyê li Çînê dide

Lehiya Mankot ku li Filipînê rûdaye û di encamê de 59 kesan jiyana xwe ji dest daye, derbe li herêma Guǎngdōng a Çînê da. Leza ba gihişt 162 km di saetê de

Lehiya Mankot derbeyê li Çînê dide
17 îlon, 2018   07:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Çînê rewşa awarte ya herî bilind li herêma Guǎngdōng ragihandin, piştî ku lehiya ku li Hong Kong rû daye û di encamê de avahiyên bilind hejiyan û camên pencereyên wan şikestin.

Li gorî BBC di encama lehiyê de li Filipîn 59 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Lehiya Mankot lehiya herî bi hêz di sala 2018'an de ye û roja şemiyê li aliyên bakurê Filipîn rû daye.