Li Babê çete dîsa bi hev ketin

Îro di saetên sibê de li herêma Babê ya di bin dagirkeriya artêşa Tirk de, di navbera çeteyên Tirkiyeyê yên bi navê El-Şeîtat û malbata El-Wakî de şer derket.

Li Babê çete dîsa bi hev ketin
17 îlon, 2018   07:11

ŞEHBA

Çavkaniyekî ji bajarê El-Babê diyar kir ku îro di navbera çeteyên El-Şeîtat ên girêdayî komeke çeteyan ên Tirkiyeyê û malbateke ji şêniyên El-Babê ya bi navê El-Wakî de şer derket. Li gorî çavkaniyan şer di navbera wan de çend saetan dewam kir û di encama wê de çeteyek hate kuştin û hindek jî birîndar bûn.

Di heman demê de, li herêma Babê di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye ku bi navê "Ebû Şeqra" tên naskirin û çeteyên Ehrar Hesekê de ku bi navê koma "Ebû Cemo" tên naskirin ku ji çeteyên Ehrar El-Şerqiye veqetiyaye, şer derket. Heta niha sedemên şer nehatine naskirin.

(bx)

ANHA