Pisporekî şûnwaran: Tirkiye peymanên navdewletî yên parastina şûnwaran binpê dike

Endamê Midûriyeta Şûnwaran a Kantona Efrînê Selahedîn Sîno diyar kir ku Tirkiye bendên Peyamana Lahay a sala 1954‘an a girêdayî parastina şûnwaran binpê dike û tekez kir ku Tirkiye deverên dîrokî yên Efrînê talan dike.

Pisporekî şûnwaran: Tirkiye peymanên navdewletî yên parastina şûnwaran binpê dike
17 îlon, 2018   07:16

XANDÎ ELO / ŞEHBA

Endamê Midûriyeta Şûnwaran a Kantona Efrînê Selahedîn Sîno di hevpeyvîneke xwe li gel ajansa me de anî ziman ku şûnwar milkê mirovahiyê ne, ne aîdî civakekê ne, Tirkiye jî dîroka neteweyên li Efrînê dijin, dike hedef.

Sîno wiha got: "Dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyan êrîş birin ser kantona Efrînê, di serî de deverên şûnwarî kirin hedef, xwest bi vê yekê dîrok û şaristaniya neteweyên li Efrînê dijin, xirab bike. Tirkiye bi van kiryarên xwe bendên Peymana Lahay a 1954‘an a girêdayî parastina şûwaran ji şer, binpê dike."

Selehedîn Sîno her wiha anî ziman ku şûnwar milkê tevahî mirovahiyê û wiha dom da axaftina xwe: " Dagirkeriya Tirkiyeyê êrîşî herêmeke ku dîrok û çanda wê dewlemend e, ku vedigere hezaran salan, kir."

Sîno diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Efrînê devereke sax nehişt, goristan, deverên dîrokî, pîrozgeh wêran kirin û ev tişt bi lêv kir: "Tiştek ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nefilitî, mînakên vê yekê êrîşa li ser goristana Henan El-Îslamî ya li gundê Mişelê ya navçeya Şera, gora Nûrî Dêrsimî û Cemîl Horo ku wekî nirxên civaka Efrînê ne. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê têkbirina civakê di aliyê manewî û derûnî de ye."

(bb)

ANHA