Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan îro bi hevpîşeyê xwe yê Rûsyayê re dicive da ku rê li pêşiya çalakiya leşkerî ya li dijî Cebhet El-Nusra ya terorîst li Idlibê bigire.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
17 îlon, 2018   07:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin, behsa rewşa dawî li Idlibê û civîna Pûtîn û Erdogan der barê dosya Idlibê û dosya terorîstên Cebhet El-Nusra kirin. Rojnameyan bal kişandin ser nakokiyên der barê avakirina biloka mezintirîn di parlemana Îraqê de û hilbijartina serokwezîr û rewşa ewlehiyê li Îraqê. Rojnameyan her wiha behsa aloziya Yemenê, dîplomasiya Îranê û xebatên Îsraîlê ya hilweşandina Xan El-Ehmer û hevpeymana aştiyê di navbera Erîtriya û Ethiyobiya de kirin.

El-Heyat: çareseriya sê alî ji "girêkoka El-Nusra" re

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya El-Heyat behsa hebûna terorîstên Cebhet El-Nusra di Idlibê de kir û wiha got: "Tê payîn ku çareserkirina girêkoka Cebhet El-Nusra li Idlibê bibe mijara sereke di lûtkeya Rûsya û Tirkiyeyê de li bajarê Soçî.  Hin pispor û çavdêr behsa dijwarbûna misyona Tirkiyeyê di çareserkirina mijarê de dikin. Hin çavkaniyên xwedî agahî yên opozîsyona Sûriyeyê jî dane zanîn ku misyona Tirkiyeyê ji vebijêrên siyasî û leşkerî pêk tê û pêdiviya wê bi hevkariyeke istixbaratê ya herêmî û navnetewî heye û divê endamên Sûrî yên Cebhet El-Nusra bêne parastin eger xwe ji rêxistina radîkal vekişandin."

Şerq El-Ewsat: Leşkerên opozîsyonê li eniyên şer ên Idlibê belav dibin

Rojnameya Şerq El-Ewsat ragihand ku çeteyên girêdayî Tirkiyeyê amadekariya xwe ji şerê Idlibê re dikin. Rojnameyê da zanîn ku bi hezaran leşkerên opozîsyonê xwe ji şer re bi temamî amade kirine û dê êrîşa hêzên rêjîmê bişkînin. Rojnameyê destnîşan kir ku leşkerên opozîsyonê li hemû eniyên şer ji gundewarê rojavayê Helebê heta gundewarê başûrê Idlibê belav bûne. Her wiha li ser eniyên Deşta El-Xab û gundewarê rojhilatê Laziqiyê jî belav bûne.

El-Qudis El-Erebî: lûtkeya "encamdar" di navbera Erdogan û Pûtîn de naveroka wê Idlib e.. piştî dijberiya pilan û armancan

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî ji aliyê xwe ve behsa hevdîtina di navbera serokê Rûsya Viladîmêr Pûtîn û serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan kir ku tê payîn îro were lidarxistin. Rojnameyê wiha got: "Piştî amadekariyên civîna der barê Sûriyeyê de li bajarê Soçî îro di navbera herdu serokên Rûsya û Tirkiyeyê de da ku encamê li çarenûsa parêzgeha Idlibê bînin. Girîngiya vê civînê di dema derketina nakokiyan di navbera herdu aliyan de tê lidarxistin. Nemaze di lûtkeya Tehranê de eşkere bû. Rêjîm jî ji vê dema bi nakok sûd werdigire û bi alîkariya Rûsyayê deverên ji bin serweriya wê derketine bi dijwarî topbaran dike.

El-Ereb: Vegerandina Idlibê derbeyeke giran li çavbirçîbûna Tirkiyeyê di Sûriyeyê de ye

Rojnameya El-Ereb ji aliyê xwe ve behsa heman mijarê kir û wiha got: "Girîngiya stratejîk a Idlibê ji bo herdu aliyan zêde dibe. Tirkiye weke parçeyekî ji ewlehiya xwe ya netewî dibîne û weke deriyekî ji xwe re dibîne da ku xwe di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de ferz bike. Tirkiye di vê mijarê de jî xwe dispêre komên opozîsyonê û yên îslamî li Idlibê da ku bi riya wan şerê dijberê xwe ango Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bike.

Li aliyê din Rûsya û rêjîma Sûriyeyê baş dizanin ku bidarwîkirina dosya Idlibê tê wateya bidawîkirina aloziya Sûriyeyê li gorî berjewendiyên wan. Di encamê de dê şert û mercên xwe yên siyasî li ser hemû  aliyan ferz bikin. Her wiha encamên ewlehî ku hebûna komên opozîsyonê ji serok Beşar El-Esed re tê wateya mayîndina aloziyê. Bi taybet ji ber ku parêzgeha Idlibê bi sedan endamên cîhadîst ên biyanî bi taybet ji Şîşanê di nava xwe de dihewîne. Evan endam berdewam gefan li Rûsya û berjewendiyên wê dixwin û divê bêne tunekirin."

El-Heyat: Hilbijartina serokê parlemana Îraqê gengeşeyên avakirina mezintirîn bilok nû kir

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya El-Heyat behsa nakokî û gengeşeyên avakirina mezintirîn bilok di parlemanê de kir, nemaze piştî ku serokê parlemanê Mihemed El-Helbûsî hate hilbijartin û Hisên Kerîm û Beşîr Hedad weke cîgirên wî hatin hilbijartin. Hevbendiya El-Nesir bi israr Heyder Ebadî ji bo serokwezîrtiyê pêşniyar kir. Nakokiyên di hundirê Yekîtî Niştimanî Kurdistanê de girêdayî paya serokkomartiyê zêde dibin. Aliyek ji wan ê Kusret Resûl Elî ku Berhem Salih pêşniyar dike û aliyekî din ê malbata Celal Talbanî ku bi pêşniyarkirina kesên li derveyî partiyê qebûl nakin.

Şerq El-Ewsat: Îraq biryar da ku hêzên ewlehî li ser sînorê bi Tirkiyeyê re belav bike

Girêdayî mijareke din a Îraqê rojnameya Şerq El-Ewsat ragihand ku Meclîsa Wezaretê ya ewlehiya niştimanî ya Îraqê duh biryar girt ku hêzên ewlehî li seranserî sînorê di navbera Îraq û Tirkiyeyê de bela vike da ku rê li pêşiya destdirêjiyan bigire.

El-Ereb: Milîsên Hosî siyasî tevdigere da ku xwe ji têkçûneke leşkerî li El-Hudeyda biparêze

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameyên erebî behsa xebatên şandeyê Navnetewî Martin Griffith kirin, ku hewl dide careke din aliyan vegerîne ser maseyên danûstandinan.

El-Heyat: çalakiya rûniştinê ya vekirî li Xan El-Ehmer berdewam e

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat behsa rewşa li Xan El-Ehmer kir û wiha got: "çalakiya rûniştinê ya vekirî li gundê Xan El-Ehmer ê rojhilatê bajarê Qudisê di roja xwe ya 12'emîn de didome. Yekîtiya Dewletên Erebî jî bang li civaka navnetewî kir ku xebatên hilweşandina gund rawestînin.

Şerq El-Ewsat: Parlemana Îranê dîplomasiyeke hevseng û hişk dest pê dike

Der barê mijarên Îranê de jî rojnameya Şerq El-Ewsat li ser navê berpirsyarê karûbarên navnetewî di parlemana Îranê de Hisên Emîr Ebid Alahiyan ragihand ku komeke kar di hundirê parlemanê de hatiye avakirin û karûbarên dewletên dewletên ku têkliyên wan ên dîplomasî bi Îranê re tune ne dişopîne.

El-Heyat: Tehran gefa ji girtina tengava Hirmiz mezintir dixwe

Rojnameya El-Heyat diyar kir ku Tehran helwesta ewropiyan li hemberî cezayên nû yên Waşintonê neyînî bi nav kir û banga cezakirina şîrketên ku ji Îranê vekişiyan e kir.

Şerq El-Ewsat: Lûtkeya Cedde aştiya Ethiyopî û Erîtrî diçespîne

Girêdayî hevpeyaman aştiyê di navbera Ethiyopiya û Erîtriya de rojnameya Şerq El-Ewsat behsa lûtkeya di navbera van herdu dewletan li bajarê Cedde yê Siûdiyê kir.