Zanîngeha Kobanê dema tomarkirinê dirêj kir

Zanîngeha Kobanê dema qeydkirina şagirtan, heta 27`ê Îlonê dirêj kir.

Zanîngeha Kobanê dema tomarkirinê dirêj kir
17 îlon, 2018   05:38

STÊRA NEBÎ - ŞÎRÎN MIHÊDÎN / KOBANÊ

Zanîngeha Kobanê di 28’ê meha Tebaxa 2018’an de dest bi tomarkirina (qeyd) şagirtan kir û biryar hatibû dayîn ku 13’ê meha Îlonê bi dawî bibe lê belê ji ber kêmbûna hejmara şagirtan tomarkirin hate dirêjkirin û dê 27’ê Îlonê bi dawî bibe.

Der barê dirêjkirina tomarkirina şagirtan de hevserokê Zanîngeha Kobanê Kemal Mehmûd Besrawî wiha got: "Armanca me ji dirêjkirina tomarkirinê ew e ku me dixwest hejmara şagirtan bibe 100 lê dema tomarkirinê bi dawî bû û hîna hejmara şagirtan temam nebû, em neçar man ku dema tomarkirinê zêde bikin heta ku hejmara şagirtan bibe 100."

Besrawî her wiha ev agahî jî dan: “Beriya demekê me amedekariya vekirina beşên endezyariya çandiniyê, ji ber ku hîna cihê me biçûk e lê di sala pêş de dê cihê xwe biguherînin û dê van beşan jî vekin. Her wiha vekirina beşa îngilîzî jî hîna di nîqaşê de ye.”

Zanîngeha Kobanê di destpêka meha Cotmehê de dest pê bike.

ANHA