‘Karkirina jinan ne şerm e, serbilindî ye’

Jina kedkar Atiya Asxerî 7 sal e bi hunera karê destên xwe têkoşînê li dijî keysbaziyê dide meşandin û  wiha dibejê: “Ez bi karê xwe serbilindim û li dijî keysbaziyê berhemên min dibin bersiv. Karkirina jinan serbilindî ye.”

‘Karkirina jinan ne şerm e, serbilindî ye’
‘Karkirina jinan ne şerm e, serbilindî ye’
‘Karkirina jinan ne şerm e, serbilindî ye’
‘Karkirina jinan ne şerm e, serbilindî ye’
17 îlon, 2018   05:28

MÛRADA KENDA – SILAVA ABDULLREHMAN / QAMIŞLO

Di serdema civaka xwezayî de, ew serdema ku bi; wekhevî, azadî û hezkirinê dihat naskirin, bi pêşengiya jinan klan dihat birêvebirin. Lê bi derketina şamanan re derbeyeke mezin li jinan ket, rêvebirina civakê ji destê wê hat birin û ked û êmega wê jî hat dizîn. Keda jinan di heman demê de roja me ya îro jî bi destê desthilatdaran tê veşartin. Bi derketina şoreşa Rojava ye Kurdistanê re jin êdî keda xwe derdixin holê û ji hemû cîhanê re nişan didin.

Yek ji wan jinên kedkar jî Atiya Asxerî ye ku temenê wê 33 salî ye û ji pêkhateya Ereb e. Atiya ji bajarê Qamişlo taxa Xalaya ye. Ev 7 sal e li dijî keysbaziyê Atiya bi keda destê xwe tê dikoşê.  Li mala xwe li ser mekîneya destan cil û bergan didirû, bi ta û derziyê jî derdora şerpe, kefî, cureyên mûniştinê çêdike.

Dixwazin hunera jinan geştir bikin

Atiya saetên sibehan karê malê dike, saetên evarî jî karê dest dike da ku debara malbata xwe bike. Atiyê diyar dike ku carinan heya saetên şevê kar dike. Atiya berhemên xwe li sûka bajarê Qamişlo difiroşe dikandaran. Jina kedkar Atiya rojane herî kem 3 parçeyan çêdike. Li dijî keysbaziyê jî Atiya diyar dike ku êdî hewldana wan ku rê li pêşiya keysbaziyê bigirin heye û wiha dibejê: “Xweşikbûna hunera bi keda destên jinan jî diyar dibe. Li dijî keysbaziyê jî em hunera jinan zêdetir dixwazin xurt û geş bikin.”

‘Ez bi karê xwe serbilind im’

Dema ku em rewşa karê Atiyayê jê pirs dikin, yekemîn bersiva wê “Ez bi karê xwe serbilind im” e û wiha pê de diçe: “Karê ku ez dikim gelekî zehmet e û ji bo wê jî pêwîstiya kedeke mezin lê heye. Derxistina hunera min hemû keda min li ser min hildigire. Encamnameya kar keyfxweşiya min zêde dike û malbata min jî bi karê min serbilind dibe. Karkirina jinan ne şerm e, cihê serbilindiyê ye.”

‘Çanda pêkhateyên Rojava pirrengiyê dide kar’

Atiya diyar dike ku hunera destên wê çanda pêkhateyên Rojava pênasê dike. Her wiha li ser qewêtiyên şêniyên heremê jî li ser makîneya destan a cil û bergan, derdora şerpe, kefî, cureyên mûniştinê çêdike. Atiya bal dikişîne ser jiyana pêkhateyên rojavayê Kurdistanê û wiha dibejê: “Hemû pêkhateyên Rojava di nav biratiyê de dijîn. Di navbera me de tu cudabûn tune ye. Ez keyfxweş im ku li cihêkî wiha aram dijîm. Her wiha ez ji pêkhateya Ereb im û piranî li ser çandên Suryan, Kurd, Ermen jî tiştên ku çanda pêkhateyan çêdikim. Ew jî pirrengiyê dide karê min.”

Atiya karê destan çawa ji cîranan fêr bûye dixwaze derdora xwe jî fêr bike, lê mixabiniya xwe wiha tîne ser ziman: “Ciwanên niha naxwazin karê dest fêr bibin û bi teknolojiyê re pir mijûl dibin. Ew jî cihê xemgîniyê ye ku wateya kedê êdî nabînin. Heke wiha bimeşe metirsiyeke mezin li ser keda mirovan dê hebe.”

ANHA