Sivîlên ku ji Hecînê direvin, xwe digihînin herêmên QSD‘ê

Bi dehan sivîlên ku ji ber hovîtiya DAIŞ‘ê ji bajarokê Hecînê reviyan, gihaştin kampa Îwa.

Sivîlên ku ji Hecînê direvin, xwe digihînin herêmên QSD‘ê
Sivîlên ku ji Hecînê direvin, xwe digihînin herêmên QSD‘ê
Sivîlên ku ji Hecînê direvin, xwe digihînin herêmên QSD‘ê
Sivîlên ku ji Hecînê direvin, xwe digihînin herêmên QSD‘ê
Sivîlên ku ji Hecînê direvin, xwe digihînin herêmên QSD‘ê
Sivîlên ku ji Hecînê direvin, xwe digihînin herêmên QSD‘ê
Sivîlên ku ji Hecînê direvin, xwe digihînin herêmên QSD‘ê
17 îlon, 2018   06:12

DÊRAZOR

Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo pêşwazîkirina şêniyên ku ji ber hovîtiya DAIŞ'ê ji bajarokê Hecîn reviyan, kampa Îwa vekir. Ji duh ve bi dehan sivîl gihaştin kampê.

Têkildarî mijarê koçberê bi navê Abdulah El-Îsa diyar kir ew nêzî 41 roj hatibû dorpêçkirin û wiha domand: "Gelek caran min hewl da birevim, lê min nikarî. Bi nêzîkbûna QSD'ê re, QSD`ê korîdorên ewlehiyê ji me re vekirin."

Her wiha El-Îsa destnîşan kir ku rewşa şêniyên ku li bajarok mane ji ber binpêkirinên DAIŞ'ê pir dijwar e.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê rojane alîkariyên mirovî li koçberan belav dike.

(şx)

ANHA