Li Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirk meşeke navendî tê lidarxistin

Rêxistin û meclisên kantona Qamişlo, têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên der heqê gelê Efrînê de civînek li dar xist. Di civînê de biryara birêxistinkirina çalakiyan li dijî binpêkirinan hate dayîn.

Li Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirk meşeke navendî tê lidarxistin
16 îlon, 2018   11:54

QAMIŞLO

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên Efrînê didomîne. Her roj li herêmê kuştin, revandin û talankirin têne kirin.

Civaka navdewletî û hiqûqa mafên mirovan li hemberî van binpêkirinan bê deng e û dewleta Tirk û çeteyên wê kiryarên xwe yên nemirovî li dijî sivîlan roj bi roj zêde dike.

Bi armanca şermezarkirina dewleta Tirk û çeteyên wê, rêxistinên sivîl, hiqûqî, civakî, ciwan û meclisên kantona Qamişlo civînek li dar xist. Civîn li Mala Gel a taxa Qudûrbeg a bajarê Qamişlo pêk hat.

Beşdarên civînê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li Efrînê şermezar kirin û tekezî li ser teşhîrkirina polîtîkayên dewleta Tirk kir.

Beşdaran her wiha girîngiya birêxistinkirina çalakiyan li hemberî dewleta Tirk destnîşan kir, di vê çarçoveyê de biryara birêxistinkirina meşeke navendî di roja 20‘ê Îlonê de hate dayîn.

ANHA