Li Amûdê du şehîd hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Abdullah û Endamê Hêzên Asayîşê Yasir Ebdî oxir kirin.

Li Amûdê du şehîd hatin oxirkirin
Li Amûdê du şehîd hatin oxirkirin
Li Amûdê du şehîd hatin oxirkirin
Li Amûdê du şehîd hatin oxirkirin
Li Amûdê du şehîd hatin oxirkirin
Li Amûdê du şehîd hatin oxirkirin
Li Amûdê du şehîd hatin oxirkirin
15 îlon, 2018   18:25

QAMIŞLO

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê yê Ehmed Abdullah 13‘Îlona 2018‘an de li bajarê Qamişloyê şehîd bûn, endamê Hêzên Asayîşa Amûdê Yasir Ebdî 13‘ê Îlonê dema li ser karê xwe bûn şehîd bibûn.

Bi sedan şêniyên navçeyê cenazeyê her du şehîdan  ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergertin û ber bi goristana Şehîd Îsmaîl ve bi rê ket.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin, çalakvanên girava birçûnê tev li merasîmî bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Seyid Ferso axivî û got: "Em hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin û ji malbatê re sersaxî dixwazin."

Seyid Ferso di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser destwerdana Erdogan di Sûriyeyê de û got, Erdogan xêrê ji gelê Sûriyeyê re naxwaze. Ferso banga hevgirtinê li hemberî polîtîkeyên Erdogan kir û soza şopandina xeta şehîdan da.

Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm axivî û ev tişt got: "Ehmed û Yasir evîndarê welatê xwe ne, ji ber bê yekê beşdarî şoreşê bûn û cihê xwe di qada leşkerî ya parastin welata ji êrîşan dan."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hae xwendin û radestê malbatên wan hatin kirin. Şêniyên cenazeyê şehîd Ehmed li goristana Şehîd Îsmaîl yê Yasir li gundê wî hatin veşartin.

ANHA