Reqayê yekemîn şervana YPJ‘ê bi merasîmeke oxir kir

Bi sedan şêniyên Reqayê yekem şehîda YPJ‘ê ya li herêmê "Hêlîn Cûdî" oxir kirin.

Reqayê yekemîn şervana YPJ‘ê bi merasîmeke oxir kir
Reqayê yekemîn şervana YPJ‘ê bi merasîmeke oxir kir
Reqayê yekemîn şervana YPJ‘ê bi merasîmeke oxir kir
Reqayê yekemîn şervana YPJ‘ê bi merasîmeke oxir kir
15 îlon, 2018   19:00

REQA

Hêlîn Cûdî navê rast Nadra Elûsî yekemîn şervana YPJ‘ê ye ku ji Reqayê şehîd dibe. Bi sedan şêniyên Reqayê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Hêlîn li ber çerxeriya Firûsya ya rojavayê Reqayê kom bûn, piştî ku cenaze werger kirin bi kerwanekî ber bi goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê ve çûn.

Merasîmê li goristanê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir.

Paşê, bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê endama Meclisa Zagonsaz Mustefa Hedad, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsa Salih û bi navê Fermandariya YPJ‘ê Şînda Ehmed axaftin hatin kirin. Di axaftinan de rola şehîdan a di parastina welat de hate destnîşankirin.

Dayika Şehîd Hêlîn Cûdî jî axivî û diyar kir û ew bi şehadeta keça xwe serbilind, keça wê ji bo azadiya welat şehîd bû.

Piştre nasnsmeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Şervanên YPJ‘ê cenazeyê hevala xwe hilgirtin û di nava dirûşmeyan spartin axê.

ANHA