Bi sedan ciwanên Minbicê beşdarî Erka Xweparastinê bûn

Komîteya Erka Xwe Parastinê ya Minbicê  bi daxuyaniyekê dewreya nû ya hêzên Erka Xweparastinê ragihandin û diyar kir ku bi sedan ciwanên herêmê li ser bingeha parastinê warê xwe tev li dewreyê bûne.

Bi sedan ciwanên Minbicê beşdarî Erka Xweparastinê bûn
15 îlon, 2018   17:54

MINBIC

Komîteya Erka Xweparastinê ya bajarê Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi sedan ciwanên bajêr û gundewarên wê tev li dewreya nû bûn. Piştre ciwanên xelekên govendê li ber stranên Erebî gerandin.

Daxuyanî bi beşdarbûna sedan ciwan, fermendarên Ceyş El-Siwar, rûspî û şêxên êlên herêmê û bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê ji aliyê hevserokê Komîteya Erka Xweparastina Qasim Remo hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye

"Li gel rûdanên siyasî û leşkerî yên li ser asta herêmî bi giştî û li ser asta Sûriyeyê bi taybet, her wisa serkftinên domdar ên ku QSD‘ê li dijî terorê pêk tîn û parastina sînor ji xeteriyan, wekî hêzên Erka Xweparastinê li ser binghê mafê rewa û parastina destkeftiyan em pêşwazîkirina ciwanên ji hemû pêkhateyên herêmî berdewam dikin.

Li ser vê bingehê em tevlêbûna ciwanan a nava refên Erka Xweparastinê pîroz dikin û soz didin gelê xwe ku em heya dilpa dawî ya xwînê têkoşînê berdewam bikin, ta civaka demokratîk ava bikin.

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê ciwanan û beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.

(şx)

ANHA