Mamosteyan banga parastina welat bi cih anîn

110 mamosteyên kantona Qamişlo bi şahiyekê beşdarî Hêzên Erka xwe Parastinê bûn. Mamosteyan diyar kirin ku erka xweparastinê peywireke ji her kesî ku li vê axê jiyan dike tê xwestin.

Mamosteyan banga parastina welat bi cih anîn
Mamosteyan banga parastina welat bi cih anîn
Mamosteyan banga parastina welat bi cih anîn
Mamosteyan banga parastina welat bi cih anîn
15 îlon, 2018   17:17

QAMIŞLO

Rêveberiya Erka xwe Parastinê ya herêma Cizîrê dewreya 33'yan vekir. Li gorî qanûnê Erka Xweparastinê, Rêveberiya Erka xwe Parastinê bang li kesên ku dîroka wa a jidayîkbûn di nav bera 1986-2000'î de ye kir ku tev li Erka Xwe Parastinê bibin an jî belgeyên pêwîst temam bikin. Li ser vê bingeha 110 mamosteyên kantona Qamişloyê bi dilxwazî tev li hêzê bûn.

Bi vê boneyê Komîteya Rêveberiya Dibistanan û Deteya  Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê şahiyek li avahiya Gerînendeya Perwerde û Fêrkiirnê ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Komîteya Rêveberiya Dibistanan Şehnaz Mihemed axivî û girîngiya parastina welat û tevlêbûna ciwanan a Erka xwe Parastina destnîşan kir.

Her wiha Şehnaz anî ziman ku di jiyanê de rola mamoste mezin e. Mamoste ne tenê di dibistanan de perwerde dide lê belê erka xwe di parastina welat bi cih tîne.

Em bi kêfxwşî parastina welatê xwe dikin

Mehmûd Elî mamosteyek ji navçeya Tirbespiyê ye diyar kir ku îro ew banga erka xwe parastinê ji bo parastina welat bi cih tînin û wiha got: "Em bi kêfxweşî û dilşadî erkên xwe bi cih tînin û ji peywira mamoste, karker, endezyar û bijîşk in parastina welatê xwe bikin."

Ji aliyê xwe ve mamosteyê bi navê Mihemed Feysal El-Xezwan ê ji gundê Ceza yê girêdayî Til Hemîsê destnîşan kir ku parastina welat erka her kesî ku li vê ser xakê jiyan dike ye û wiha got: "Em niha di mercên pir dijwar de jiyan dikin. Dijmin ji her aliyekê ve êrîşî me dike. Ji erka me ye ku banga parastinê bi cih bînin."

Piştre mamosteyan berê xwe dan navendê erka xwe parastinê.

(şx)

ANHA