Jinên Serêkaniyê bi meşekê tecrîd şermezar kirin

Jinên Serêkaniyê bi meşekê tecrîdkirina Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Jinên Serêkaniyê bi meşekê tecrîd şermezar kirin
Jinên Serêkaniyê bi meşekê tecrîd şermezar kirin
Jinên Serêkaniyê bi meşekê tecrîd şermezar kirin
Jinên Serêkaniyê bi meşekê tecrîd şermezar kirin
Jinên Serêkaniyê bi meşekê tecrîd şermezar kirin
Jinên Serêkaniyê bi meşekê tecrîd şermezar kirin
Jinên Serêkaniyê bi meşekê tecrîd şermezar kirin
15 îlon, 2018   17:13

HESEKÊ

Bi sedan jinên Serêkaniyê û Zirganê, di çarçoveya Pêngava Kongreya Star a seyemîn a ji bo protestokirina  tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandan, ji ber navenda Çandû Huner Waşûkaniyê bi qada "Şehîdan" ve dest pê kir.

Xwepêşadaran bê navber dirûşmeyên şermezarkirna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di avêtin û bi pankertên "Sonda ma emê pergala Îmralî parçe bikin bi Rêber Apo re azad bijîn" û "Bimre hêzên komplger, bijî rêber Apo" vekiribûn.

Xwepêşandan, li qada "şehîdan" veguherî mîtîngê. Li vir deqeyek rêzgirtin hate rawestandin.

Piştre li ser navê kongreya Star star Rihan Xelîl tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bal kişand li ser komlpoya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi girtina wî bi encam bû.

Rîhan her wiha got: "Dewleta Tirk ev çend sal in tecrîdeke girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye meşand. Lê li Îmralî pergaleke nû ava dibe."

Rihan bang li hemû hieqûqa mafê mirovan kir ku erka xwe pêk bînin û sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deynin.

Meş bi dirûşma ``Bijî rêber Apo``bi dawîbû

(SX)

ANHA