Ji malbata şehîd Serhed Baran re sersaxî hate xwestin

Bi dehan welatiyên herêma Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Elkan (Serhed Baran) re xwest ku di encama nexweşiyekê de şehîd bûbû.

Ji malbata şehîd Serhed Baran re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Serhed Baran re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Serhed Baran re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Serhed Baran re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Serhed Baran re sersaxî hate xwestin
15 îlon, 2018   12:04

QAMIŞLO

Welatiyên herêma Dêrikê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Serhed Baran ku li pêşiya Navenda Yekitiya Ciwanan a Dêrikê hatiye vedan.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin. Li ser navê hêzên leşkerî fermandarê YPG'ê Mihêdîn Xêrkî axivî û destnîşan kir ku şehîdan canê xwe ji bo rizgarkirina mirovahiyê da û şehîdan gelên herêmê kirin yek.

Fermandarê YPG'ê Mihêdîn Xêrkî soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Li ser navê TEV-DEM'ê jî Seîd Sîpan axivî û wiha got: "Şehîd ji bo gelê xwe têkoşînê dikin ku gelê xwe ji tariyê derxin."

Merasîm bi berzkirina dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

ANHA