Serokê nû yê parlamentoya Iraqê diyar bû

Namzetê Eniya Wetenî ya Sunneyan Mihemed Helbusî bi 169 dengan bû serokê parlamentoya Iraqê.

Serokê nû yê parlamentoya Iraqê diyar bû
15 îlon, 2018   12:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmartina dengên ji bo serokê parlamentoya Iraqê bi dawî hat. Di encama bikaranîna 298 dengan de namzetê Eniya Wetenî ya Sunneyan Mihemed Helbusî ku 169 deng bidest xistin, bû serokê nû yê parlamentoyê.

Li gorî encamê Mihemed Helbusî 169 deng, Xalid Rubeyî 89 deng, Osame Nucêf 19 deng û 16 deng jî nehatin karanîn. Ew sê namzetên ku vekişiyan jî 6 deng anîne.

Biryare her îro du cigirên serokê parlamentoya Iraqê bên hilbijartin. Cigirê yekem wê ji eniya Şîe û yê duyem jî aliyê Kurdan be.