Bi dilxwazî bajarê xwe paqij dikin

Rêveberên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Şaredariya Gel a Reqayê, ciwanên bajarê Reqayê, di çarçoveya jinûveavakirina bajêr de dest bi paqijkirina baxçeyê zarokan kir.

Bi dilxwazî bajarê xwe paqij dikin
Bi dilxwazî bajarê xwe paqij dikin
Bi dilxwazî bajarê xwe paqij dikin
Bi dilxwazî bajarê xwe paqij dikin
Bi dilxwazî bajarê xwe paqij dikin
Bi dilxwazî bajarê xwe paqij dikin
15 îlon, 2018   12:04

REQA

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi hevkariya ciwanên bajarê Reqayê û di çarçoveya jinûveavakirina bajar de dest bi paqijkirina baxçeyê zarokan kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Îbrahîm jî tev li paqijkirinê bû.

Di paqijkirina baxçeyan de çop ji parkê hate rakirin û cihê komkirina çopê ya li derveyî bajêr hate şewitandin.

Gerînendeyê Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hanî El-Umer got wan tîmeke dilxwaz bi hevkariya Şaredariya Gel ava kir da ku bajêr paqij bikin, ji ber vê wan ji baxçeyê zarokan dest pê kir û destnîşan kir ku dê çalakiyên bi vî awayî berdewam bikin.

Her wiha hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Îbrahîm destnîşan kir ku wan ji bo jinûveavakirina bajarê Reqayê dest bi paqijiyê kiriye.

(bx)

ANHA