Sersaxî ji malbata şehîd Heqî Kobanê re hat xwestin

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê sersaxî ji malbata şehîd Heqî Kobanê re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Heqî Kobanê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî Kobanê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî Kobanê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî Kobanê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî Kobanê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî Kobanê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî Kobanê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî Kobanê re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Heqî Kobanê re hat xwestin
15 îlon, 2018   11:02

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê berê xwe da konê sersaxiyê ku li gundê Ênhisan hatibû vedan  û sersaxî ji malbata şervanê QSD`ê Heqî Kobanê re xwest. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra Qido axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Di berdewama merasîmê de ji fermandarê YPG`ê Ceswûr Amûdê axivî û wiha got: “Serkeftin û destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin, bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan pêk hatine. Bila dijmin bizane ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”

Di merasîmê de her wiha li ser navê Kongreya Star Xezalê Dawûd jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: “Gelek şehîdan di oxira parastina xaka welat de canê xwe feda kir.”

Li ser navê malbata şehîd Heqî Kobanê bavê wî Ferec Qido diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û soza şopandina xeta şehîdan dubare kir. Piştre girse bi dirûşmên "Şehîd namirin" ji bin konê sersaxiyê derket.

ANHA