'Dewleta Tirk bi van nûçeyan dixwaze moralê leşker û çeteyên xwe bilind bike'

YPG`ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirke bi belavkirina nûçeyên derew, dixwaze moralê leşker û çeteyên xwe yên ku piştî çalakiyên hêzên me derbên giran xwarin bilind bike.

'Dewleta Tirk bi van nûçeyan dixwaze moralê leşker û çeteyên xwe bilind bike'
15 îlon, 2018   10:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da gotegotên dewleta Tirk a dagirker ên derbarê revandin 9 şervanên YPG`ê li Efrînê.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker a ku li Efrînê derbên giran ji destê şervanên me dixwe ketiye nava derew û hewldanên berovajîkirina bûyeran û agahiyên bê bingeh belav dike.

Di roja çûyî de hin dezgeyên çapemeniya Tirk îddîa dikin ku 9 şervanên YPG û YPJ yên ku tiliya wan di kuştina leşkerên Tirk de heye ji alî îstîxbarata Tirk (MIT) ve li Efrînê hatine girtin.

Ev nûçe bi temamî derew û bê bingeh e. Nûçeyên bi vî rengî bi armanca meşandina şerê taybet tên belavkirin. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi vê rêyê moralê leşker û çeteyên xwe yên ku piştî çalakiyên hêzên me derbên giran xwarin bilind bike û herwiha di raya giştî de nêrîneke ku ew her aliyê Efrînê kontrol dikin ava bike. Tê zanîn ku di demên dawî de ji nav komên çete, ji ber çalakiyên şervanên me, gelek rev çêbûn.

Hêjayî balkişandinê ye ku dewleta Tirk a dagirker heya niha li Efrînê gelek hemwelatiyan ji malên wan revandiye û weke endamên me nîşan daye.

Em ji raya giştî re tekez dikin ku hewldanên bi vî rengî vala û kêr nehatî ne. Ev yek wê bibe sedem ku em çalakiyên xwe yên li Efrînê hîn bilindtir bikin û li her devera Efrînê ku dagirkerî ketiyê, wan hêzan ji xwe re bikin hedef.”

(kc)