Rûniştina hilbijartina serokê parlemana Îraqê dest pê kir

Parlemana Îraqê ji bo serokê xwe ji nava 6 namzetan hilbijêre rûniştina xwe dest pê kir.

Rûniştina hilbijartina serokê parlemana Îraqê dest pê kir
15 îlon, 2018   10:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlemana Îraqê yekemîn rûniştina xwe bi serokatiya temenmezintirîn parlemanter Mihemed Elî Zênî ji bo hilbijartina serokê parlemanê dest pê kir.

Li gorî malpera El-Someriyê News serokê parlemanê îro deriyê namzetiyê ji bo serokatiya parlemanê girt da ku dest bi dengdayîna veşartî were kirin.

Çavkaniyekî palemanê ragihand ku du namzetan Ehmed Ebdullah El-Cebûrî û Mihemed Temîm xwe ji namzetiya serokatiya parlemanê vekişandin û niha tenê 6 namzet mane ew jî ev in: "Usama El-Nicêfî, Mihemed El-Helbûsî, Xalid El-Ubêdî, Telal El-Zewbehî, Rehid El-Dehlekî û Mihemed El-Xalidî".

Parlemanterên hevbendiya Saîrûn û parlemanterên Partî Demokratîk Kurdistan xwe ji rûniştinê vekişandin.