Kongra Star çalakiya 'Efrîn an Efrîn' dest pê kir

Kongra Star îro li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê di bin durişmeya "Efrîn an Efrîn" de çalakiyên xwe dest pê kirin.

15 îlon, 2018   09:45

EFRÎN

Bi armanca şermezarkirina dagirkeriya artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê, Kongra Star li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê çalakiyeke grêva birçîbûnê organîze dike.

Konê çalakiyê bi wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star û şaxên zeytûnan hate xemilandin. Di konê çalakiyê de pankartên bi nivîsên erebî û kurdî "Efrîn an Efrîn", "Bi rihê şehîd Avesta em ê Efrînê rizgar bikin", "Efrînê bi pêşengtiya jinan dê were rizgarkirin" û "Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misogeriya pêkanîna netewa demokratîk e".

Di roja yekemîn a çalakiyê de welatiyên navçeya Şêrewa û malbatên şehîdan ên koçberî kantona Şehba hatine kirin beşdar bûn.

Helwesta jinên Efrînê serkeftineke mezin e

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Kordîneya Kongra Star Fatme Lekto axivî û pêşwaziya beşdaran kir û got ku pesna helwesta jinên Efrînê da û wiha anî ziman: "Helwesta jinan li dijî pilanên terorîstan bi ser xwe serkeftineke li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ye".

Fatme Lekto di axaftina xwe de behsa destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî jinên Efrînê kir û got ku ev destdirêjiyên wan tirsa wan ji îradeya azad a jinên Efrînê rave dike ku jinên Efrînê ti carî dagirkeriyê qebûl nakin.

'Ji bo rizgarkirina Efrînê em ji her tiştî re amade ne'

Di çalakiyê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivî û got ku dayîkên Efrînê ji bo parastina Efrînê can û cegerên xwe pêşkêş kirine û heta niha berxwedana xwe berdewam dikin û ti carî li hemberî pilanên dagirkeran teslîmkar nabin.

Komîteya amadekar a çalakiyê diyar kir ku çalakî dê bi beşdarbûna Meclîsa Kantona Şehba, Yekîtiya Jinên Azad ên Şehba re were domandin.

Çalakî bi durişmeyên dilsoziya bi şehîdên berxwedana Serdemê û berxwedana jinan li dijî dagirkeriya delweta Tirk didome.

ANHA